Komeleya Jinan a Mîmoza komxebatek li dar xist

  • 15:52 15 Tîrmeh 2026
  • Rojane
MÊRSÎN - Komeleya Jinan a Mîmoza komxebatek bi navê "Efsaneyên Cinsî û Rastiyan" li dar xist.
 
Komeleya Jinan a Mîmoza li Mêrsînê li avahiya komeleya xwe komxebatek bi navê "Efsaneyên Cinsî û Rastiyan" li dar xist. Gelek jin beşdarî komxebatê bûn.
 
Komxebat, ji hêla psîkolog Gonul Kiraç ve hate birêvebirin û jinan mijarên wekî pênaseya cinsîyetê, cinsîyeta destpêkê, nêrîna civakê ya li ser cinsîyetê, şîdeta cinsî û efsaneyên cinsî yên hevpar nîqaş kirin.