Navenda Sporê ya Jinan hat nûjenkirin
- 13:56 17 Tîrmeh 2026
- Tenduristî/Werzîş
AMED - Navenda Sporê ya Jinan ku ji aliyê jinan ve rastî eleqeyeke mezin tê, bi temamî hat nûkirin û niha xwedî dîmenekî nûjen e.
Navenda Sporê ku di bin banê Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê ya Şaredariya Peyasê de xebatên xwe dimeşîne û ji bo jinên navçeyê bûye navendeke girîng, piştî nûjenkirinê deriyên xwe ji nû ve vekir. Navend bi taybetî ji bo jinên ku dixwazin spora sibehê bikin bûye qadeke bingehîn. Li gorî daxwaz û pêşniyarên jinan, navend bi amûrên herî nû û pêşketî hate xemilandin.
Piştî xebatên berfireh ên nûjenkirin û sêwirandinê, Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, bi kesên pê re navend venêrandin û li vir bal kişand ser girîngiya navendê ya di jiyana civakî ya jinan de.
Ji bo ku jin di hawîrdoreke ewle, rihet û bi kalîte de sporê bikin, li navendê her tişt hate amadekirin. Di navenda nûjenkirî de qada fîtnesê, salona yogayê, amûrên nû yên sporê û odeya lîstikê ya zarokan hene. Armanc ew e ku jin li qadeke ewle û hêsan sporê bikin. Her wiha, ji bo dayik bi rehetî sporê bikin, odeyeke lîstikê ya taybet ji bo zarokan hate çêkirin ku zarok jî di bin ewlehiyê de lê bilîzin.
Piştî karên nûjenkirinê, ji aliyê Gerînendetiya Xizmetên Ciwan û Sporê ve daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de bal li ser xizmetên şaredariyê yên ji bo jinan hate kişandin û wiha hate gotin: “Em bi wê zanînê tevdigerin ku beşdariya jinan a di jiyana civakî, çandî û sporê de, yek ji pîvanên herî girîng ên azadiya jinan û avakirina bajarekî azad e. Em bi biryar in ku qadên azad ên jinan berfireh bikin da ku hevgirtinê xurt bikin û gihîştina wan a jiyana saxlem hêsan bikin. Em ê xebatên xwe yên ji bo bilindkirina kalîteya jiyana jinan bidomînin.”







