ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2026'AN
- 09:00 27 Tîrmeh 2026
- Rojev
*Adalet Ceyhan a li Sêrtê dijî, pêvajoya ku ji ber sedema bikaranîn tiryakê ya hevjînê xwe dijîn vegot û da zanîn ku tiryakîbûn encamên giran li ser jin û zarokan dihêle. Adalet Ceyhan daxwaz kir ku divê ji bo ciwanan xebatên pêşîgirtina li tiryakê bên zêdekirin. DÎMEN HEYE
*Jinên Qilebanî ku di pêvajoya pevçûnan de zarok û xizmên xwe winda kirine, diyar kirin ku ew dixwazin pêvajoya piştî ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin, bi aştiyeke mayînde encam bibe û peyama ‘Kezeba me şewitî bila yên kesên din neşewite’ dan. DÎMEN HEYE







