Ji bo Gulhatun Kara kampanya hat destpêkirin

  • 10:08 27 Tîrmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Li dijî rîska ku parêzvana mafê jinên Kurd Gulhatun Kara ya li Fransayê dijî, bê dersînorkirin kampanya îmzeyan hat destpêkirin.
 
Parêzvana mafê jinen Kurd Gulhatun Kara ya li Fransayê dijî, bi rîska ku statuya wê ya penaberiyê bê betalkirin û bê dersînorkirin re rû bi rûye. Rêxistinên femînîst û nûnerên saziyên civaka sivîl li dijî vê rîskê kampanya piştgiriyê dan destpêkirin.
 
Gulhatun Kara kî ye?
 
Gulhatun Kara ya 61 salî ji 1991’ê heta niha li Fransayê wek penaer dijî û bi salane di têkoşîna maf a jinên Kurd û tevgera femînîst de dixebite.  Gulhatun Kara  dibe dengê jinên dibin şer, surgun û zextê de dijîn.
 
Merciyên Fransayê li gorî rapora ku ji rayagiştî re nehatiye aşkerakirin û tê gotin ji serwîsên îstîxbaratê hatiye statuya penaberiyê ya Gulhatin Kara betal kir. Tevî ku Dadgeha Îltîcaya Neteweyî qebûl dike ku wê Gulhatun Kara bi rîskan re bê rû hev jî, biryar hatiye girtin.
 
Piştî biryara wezareta karê hundir Gulhatun Kara xistin hepsa malê û hefteyê du caran diçe navenda polîsan û îmzeyê davêje û hat hînbûn ku rîska ku wê derveyê sînor bikin û bişînin Tirkiyeyê heye.  
 
Rêxistinên femînîst û nûnerên saziyên civaka sivîl li dijî vê rîskê kampanya piştgiriyê dan destpêkirin. Rêxistinên kampanya dan destpêkirin diyar kirin ku rewşa tenduristiya Gulhatun Kara demên dawî de nebaşe û pirsgirêkên bîr, anksiyete, windabûna kîlo dijî.
 
Di kampanyayê debang hat kirin ku divê biryar demildest bê bertalkirin û hemû kes piştgiriyê bidin kampanyayê.