Ji jinên Afgan banga 15’ê Tebaxê:Bêdeng nemînin

  • 11:40 27 Tîrmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN-Tevgera Fanos a Azadiya Jinên Afgan bi bîr xist ku 15ê Tebaxê di dîroka Afganistanê de destpêka demek dijwar e û diyar kir ku ji bo destekkirina jinên Afgan, pêwîstî bi hevgirtin, hişyarî û çalakiya kolektîf heye.
 
Di 15’ê Tebaxa 2021’an de Amerîka hêzê xwe ji Afganistanê vekişand û welat radestî hêzên Talîbanê kir ku qaşo bi salan bi hinceta dijî hêzên Talîbanê şer dike axa Afganistanê dagir kiribû.
 
Bi nêzbûna salvegera 5’an hatine Talîbanê ya desthilatdariyê, Tevgera Fanos a Azadiya Jinên Afgan, bi daxuyaniyekê bang li jin, mêr, çalakvanên mafên mirovan û rêxistinên civaka sivîl kir ku di 15^’ê Tebaxê de, beşdarî bername û kampanyayên protestoyê bibin û dengê jinên Afgan li çar aliyê cîhanê bidin bihîstin.
 
Tevgera Fanos a Azadiya Jinên Afgan, di vê bangê de diyar kir ku 15’ê Tebaxê di dîroka Afganistanê de destpêka demek dijwar e, rojek ku bi milyonan jin û zarokên keç ji mafên xwe yên bingehîn, perwerde, kar, azadî û beşdariya jiyana giştî, bêpar mane.
 
Banga beşdariyê
 
Di bangê de hate destnîşnkirin ku ji bo piştgiriya jinên Afgan ji her demê bêtir pêwîstî bi hevgirtin, hişyarî û çalakiyên kolektîf heye.
 
Tevgerê ji hemû welatiyan, çalakvanên civaka sivîl û rêxistinên mafên mirovan xwest ji bo peyama azadî, edalet û wekheviyê bigihînin civaka navneteweyî û daxwaza bidawîanîna ‘cudakariya zayendî’ bikin, beşdarî bername û kampanyayên protestoyê bibin.