Di mehekê de herî kêm 23 jin li Rojhilatê Kurdistanê hatin qetilkirin
- 16:21 31 Tebax 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora Saziya Dîdeban di Tebaxa îsal de bi kêmanî 23 jin li deverên cuda yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine qetilkirin.
Saziya Dîdeban têkildarî daneyên qetilkirina jinan a li Rojhilatê Kurdistan û Îranê raporek belav kir.
Li gorî raporê di Tebaxa Îsal de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi kêmanî 23 jin û zarokên keç hatine qetilkirin.
Hate ragihandin ku piranî jî ji aliyê mêr û ferdên malbata xwe ve hatine qetilkirin.
Di raporê de jî hate diyarkirin ku di nava qurbaniyan de jî 5 zarokin ku temenê wan di navbera 8-15 saliyê de bûn.










