Li Dêrazorê mayîn teqiya: 8 kesan jiyana xwe ji dest dan

  • 20:34 31 Tebax 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN – 8 kesan di teqîna mayîna li Dêrazorê de jiyana xwe ji dest dan.
 
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li herêma Feyda Bin Miwêni ya gundewarên Dêrazorê mayînek teqiya.
 
Li gorî SOHRê di encama teqînê de 3 zarok û jinek di nav de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmarek birîndar bû.