Fîgen Aras: Divê pêşengî û destkeftiyên jinan bên qebûlkirin
- 09:03 7 Îlon 2026
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
AMED - Endama Akademiya Jîneolojiyê Fîgen Aras bertek nîşanê Lijneya Şopandin û Nirxandinê ya ku tenê ji mêran pêk tê, da û da zanîn ku ew qebûl nakin ku jin ji derveyê pêvajoyê bimînin û got: “Azadiya jinê esas neyê girtin aştî ne pêkan e.”
Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ‘Qanûna Der Barê Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekparebûna Civakî’ di rojnameya fermî de hat weşandin û ket meriyetê. Di 24’ê Tebaxê de civîna Lijneya Nirxandin û Şopandinê pêk hat. Civîna ku serokatiya wê Cigirê serokwezîr Cevdet Yilmaz kir, ligel wezîrên edalet, karê derve û parastinê, sekreterê giştî yê serokomar, serokê MÎT û Sekreterê Giştî yê MGK’ê tevli civînê bûn. Piştî civînê di bin banê lijneyê de 4 bin komîsyon hatin avakirin
Endama Akademiya Jîneolojiyê Fîgen Aras der barê lijneyê û di lijneyê de tenê cihgirtina mêran de nirxandin kir.
‘Di perspektîfa Ocalan de têkoşîna azadiya jinan heye’
Fîgen Aras diyar kir ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk du sal in didome û hinek gav hatine avêtin û got: “Li pêş me dewleteke ku sed sal in xwe bi zîhniyeta netew dewletê heyî dike, heye. Zîhniyeke bi zîhniyeta serdest xwedî dibe û polîtîkayên xwe ava dike heye. Li ser maseyê pêvajoya diyalogê pêş dikeve. Di perspektîfa Abdullah Ocalan ku muxatabê pêvajoyê ye, têkoşîna azadiya jinan heye. Ev perspektîf heta pergala hevserokatiyê bandor li siyasetê dike lê muxatabê din dewlet hîna dijberê jinan polîtîkayan dimeşîne. Lijneyên nû tên avakirin. Ev hemû ji mêran pêk tên. Ev peyamek li hember têkoşîna jinan e. Em pêvajoyê wek pêvajoyeke ji bêçekbûnê derbasbûna siyasetê nabînin. Em aştiyeke ku azadiya jin, xweza û zarokan esas digire dibînin. Jin kirde û hêza pêşeng a vê pêvajoyê ne.”
‘Azadiya jinê esas neyê girtin aştî jî ne pêkan e’
Fîgen Aras destnîşan kir ku di lijneyê de tenê mêr cih digirin û got: “Îtîrazê vê nekirin tê wateya qebûlkirina polîtîkayên dewletê yên li hember jinan. Jin divê kirdeya pêvajoyê bin. Ez bang dikim ku lijneyên jinan yên xweser ku pêvajoyê dişopînin hebin. Divê em bi giştî li têkoşînê binêrin. Jin qebûl nakin ku ji derveyê pêvajoyê bên hiştin. Aştiyeke ku azadiya jinan esas negire ne aşti ye. Aştiyeke wisa wê pirsgirêkên civakî ji nûve biafirîne. Daxwaza me ev e ku li Kurdistan û Tirkiyeyê bi jinan re lijneyên nû bên avakirin û pêvajo bê şopandin.”
Peyama ku lijneyê daye
Fîgen Aras di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di lijneyê de cihnegirtina jinan aliyekî tunehesibandina jinan e. Em fikarên ku polîtîkayên xizankirin û hepskirina jinan tê rewakirin, dijîn. Pêvajoyek mezin tê meşandin lê azadiya jinan di kîjan nokteyê de ye? Di lijneyê de yek jinek tuneye û ev nayê qebûlkirin. Em di her qada jiyanê de dibêjin hevjiyan. Em behsa jiyaneke wekhev dikin lê bi zanebûn tiştek wisa tê kirin. Nûnerên dewletê ger ku aştiyê bixwazin divê destkeftî û pêşengiya jinan qebûl bikin. Yên vê tehemul nakin jî divê derxin derveyê pêvajoyê.”
‘Mafê gotinê ya jinan heye’
Fîgen Aras bi lêv kir ku wê bi pêşengiya jinan li dijî vê lijneyê têkoşîna aştiyê mezin bikin û wiha berdewam kir: “Aştiyeke ku jin têde tunebe ne aşti ye. Jin di şeran de mexdûr in, kirdeya jiyanê ne û mafê wan yê gotinê heye. Ji ber vê jî divê ev wêneyên şaş yê lijneyê demildest bê rakirin. Divê lijneyên ku jin tê de hene bên avakirin.”







