Rejîma Îranê Îlham Elîzade girt

  • 11:04 7 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê li Mihabadê jina bi navê Îlham Elîzade girt û heta niha derbarê aqûbeta wê de tu agahî nehatine bidestxistin.
 
Li gorî agahiyên Kolbernewsê rejîma Îranê li bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê Îlham Elîzade ya 30 salî girt.
 
Hate diyarkirin ku hêzên ewlehiyê bêyî biryarek a girtine çûne mala Îlham Elîzade û ew girtine.
 
Piştî Îlham Elîzade hate girtin, ew sewqî navendek a binçavkirinê ya Îstixbaratê ya bajarê Urmiye kirine. Lê belê derbarê cih, rewşa wê ya fîzîkî û şertên girtinê de tu agahî nehatin weşandin. 
 
Her wiha sedemê girtina Îlham Elîzade û ji ber çi sûcî hatiye girtin û destûr tê dayîn bigihije parêzer an ne ne diyare.