Di doza Ayşe Tokyaz de biryar: Ji bo Cemîl Koç cezayê muebeta giran
- 21:47 9 Îlon 2026
- Rojane
STNEBOL- Di doza der barê qetilkirina xwendekara zanîngehê Ayşe Tokyaz de li gumanbar Cemîl Koç cezayê muebeta giran hat birîn. Der barê hinek gumanbaran de ji sûcên cuda cezayê girtîgehê hat birîn û li hinekan ji biryara beratê hat dayîn. Piştî biryarê jinan daxuyanî dan û diyar kirin ku ew li dijî vê biryarê bi hêrsinû qebûl nakin.
4’emîn runiştina doza der barê qetilkirina xwendekara zanîngehê Ayşe Tokyaz ku li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê ji aliyê polîsê berê Cemîl Koç ve hat qetilkirin, li 2’emîn Dadgeha Ceza Giran a Kuçukçekmeceyê hat dîtin. Dadgehê cezayê muebeta giran li Cemîl Koç birî û li hinek gumanbaran jî ji sûcên cuda cezayê girtîgehê birîn. Her wiha ji bo hinek gumanbaran jî biryara beratê da.
Piştî runiştinê rêxistinên jinan li ber edliyeyê daxuyanî dan û gelek jin tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Em ne edaleta mêr, edaleta rast dixwazin’ hat vekirin.
‘Em şopdarê dozê ne, ligel malbatê ne’
Di daxuaniyê de wiha hate gotin: “Jin her roj tundiyê dibînin. Ji ber dixwazin dest ji mêran berdin, veqetin tên kuştin. Kesî pêşî li Cemîl negirt, berovajî vê alîkariya her hewcedariya wî kirin. Têkoşîna me neqedyaye. Em bi hêrsin û cezayê muebeta li hinek gumanbaran qebûl nakin. Em têkoşîna xwe dimeşînin. Em li gel Esra Tokyaz,hemû malbatê û şopdarê dozê ne.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.







