Du xwişkên di heman têkoşînê de hatin gel hev: Perîhan û Gulsum

  • 09:06 10 Îlon 2026
  • Portre
Rozerîn Gultekîn
 
AMED - Xecê Başkale du xwişkên xwe ku bi rihê ‘ya şer dike azad dibe, azadî bedew dike û hezkirin’ berê xwe dan têkoşîna azadiyê, wiha vegot: “Çima em pêvajoyê veneguherin aştiyê? Perî û Gulsum wê her tim bijîn,  ew nemirin. Ew nirxên vî gelî ne. Em bi wan serbilindin. Em li hember wan rêzdarin.”
 
Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî û Çnadê ya bi Malbatên Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda kirine (MEBYA-DER), ji bo kesên di dîrokên cuda de di têkoşîna aadiyê de jiyana xwe ji dest dane li bajarên cuda bîranîn li dar xistin. Li Amedê di navbera 21-22 û 23’yê Tebavê de bîranîn pêk hat. Yek ji kesên bîranîna wê pêk hat Gulsum Başkale (Lorîn Delal Farqîn) ya di 2017’an de tevli têkşoîna azadiyê bû û di 20’ê Nîsana 2020’an de li herêma Garê jiyana xwe ji dest dabû.
Gulsum ku bi sekn, jîrbûna xwe bandor li her kesî kir, ji xwişka xwe Perîhan Başkale (Zîn Farqîn) ya di 2017’an de tevli têkoşîna azadiyê bû, bi bandor bû. Perîhan Başkale di 27’ê Tîrmeha 2017’an de li Geverê jiyana xwe ji dest dide.  Xwişka Gulsum û Perîhan Başkale, Xecê Başkale wiha got: “Gulsimê digot ‘Ez li malê rûnanim.Dema min ya ez bigirîm tune ye. Ez heta gelê xwe azad nekim nikarim bisekinim.’ Perîhanê jî got ‘Tu ne tenê dyaika min tuyê bibî dayika hemû hevalên şehîd û têkoşînê didin.’ Her duyan jî sekna xwe ya di têkşoînê de diyar kiribû.”
 
Di 9 salî de sekna wê diyar bû
 
Xecê Başkale xwişka xwe Gulsum wiha vegot: “Gulsum di temenê biçûk de li dijî zextan sekna wê hebû. Wêrek bû bi edalet bû. Pêşeng bû, li dijî dijhiqûqiyê bû. Sekna xwe li her derê diyar dikir. Em li gundê feodal dijiyan.  Lê Gulsum xwedî hişmendiya jinê û wêrek bû. Dema heval dihatin gund Gulsum diçû gel wan, ji wan bandor dibû. Dayika min nedihişt em biçin cem hevalan, lê Gulsumê digot ‘dê û bavê wan tune Ne? Ew jî wek me têdikoşin’. Gulsum 9 salî bû digot ez jî dixwazim wek hevalan bim.Dema ez zewicîm got ‘hûn çi ji zewacê fêm dikin’.”
 
 
‘Gulsumê binpêkirin qebûl nedikir’
 
Xecê Başkale destnîşan kir ku  mala wan ya li gundê Kizlar a Farqînê di 98’an de ji aliyê leşkeran ve hatiye şewitandin û got: “Piştî vê em çûn Stnebolê. Vê bandorek mezin li ser Gulsumê kir. Em di 2000’an de çûn Stenbolê. Em di tekstîlê de xebitîn. Em 5 xwişk bûn. Gulsum 9 salî bû û dema em çûn Stnebolê Gulsum gelek bi bandor bû. Digot ‘em çima hatin vir’. Gulsumê li her derê mijara Kurd daixivî. Stranên Ahmet Kaya digot. Li cihê kar strana Ahmet Kaya qedexe kirin. Gulsumê bertek nîşan da. Gulsumê wê demê kesayeta xwe danî holê. Gulsumê binpêkirin, tunehesibandin qebûl nedikir.”
 
 
Xecê Başkale bi lêv kir ku Gulsum ji çûyîna xwişka xwe Perîhan Başkale gelek bi bandor bûye û xwişka xwe Perîhan jî wiha vegot: “Perîhan keseke pir bi merhemet bû. Gulsum hinek din sekna wê hişk bû. Rojekê Perîhan dereng hat malê, dayika min xeyîdî. Perîhan got ‘tu ne tenê dayika min dê bibî dayika hemû şehîdên têdikşîn dane.’ Perîhanê pir kîlo winda kiribû, digot dilê min dişewite. Me got nexweşe lê di 2014’an de şehadetên hevalan pir zêde bûn. Şewta dilê wê ji ber vê bû. Xeyalên herduyan jî mezin bûn. Gulsum ji tevlibûna Perîhanê gelek bi bandor bû. Gulsumê ji dayika min re digot ‘tu behsa ol dikî, yên xwedî wijdan nikarin li vir bisekinin. Heval li wir şehîd dikevin, tu ji min re dibêjî li vir bimîne’. Dema komkujiya Enqereyê çêbû gelek giriya, xemhgîn bû.”
 
Pîvokên dayika xwe
 
Xecê Başkale di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Şehedata herduyan zehmetbû lê ev mirovên wisa fedekar, xwedî merhemet nikaribûn di vê pergalê de bijîn. Dayika min ji wan re digot ‘her du jî pîvokên min in’.  Sekna wan ya ligel hevalên wan, kêfxweşiya wan a li wir me dît û me got ew li vir qet ne kêfxweş bûn. Gulsum û Perîhan wê her tim bijîn. PKK’ê çek berda, têkoşîna çekdarî bi dawî bû. Em aştiyê dixwazin. Em vê aştiyê ne tenê ji bo PKK’ê ji bo hemû kesî dixwazin.Em li hember wan rêzdarin em bi wan serbilindin. Ew nemirin.”