Li parêzgeha Hesekê ji bo ziman çalakî hatin lidarxistin

  • 14:01 10 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Qamişlo, Amûdê, Çilaxayê, Dêrik û Til Temirê çalakî ji bo perwerdeya zimanê kurdî hatin organîzekirin.
 
Ji destpêke sala nû ya xwendinê (6 Îlon) ve gel û xwendekar li hemû bajarên herêma Cizîrê bi rêya çalakiyan qebûlnekirina xwe ya biryara 493’an Wezareta Perwredeyê ya hikumeta demkî tîne ziman û dibêje ew dixwazin bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin.
 
Qamişlo
 
Li bajarê Qamişlo bi sedan xwendekaran ji Çerxerêya Qermûtî dest bi meşê kir, di meşê de pankartên "Zimanê me nasnameya me ye", "Em mafê xwe yê xwendina bi zimanê kurdî dixwazin", "Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî yê xwendinê", "Zimanê me çand û hebûna me ye" û "Me bi kurdî dest pê kir, em ê bi kurdî berdewam bikin" hilgirtin.
 
Xwendekar heyanî avahiya Gerînendetiya Herêma Qamişloyê meşiyan û gerînendeya herêma Qamişloyê Cîhan Hesam bi wan re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de diyar kir ku ew qebûl nakin mîna zimanê biyanî li zimanê kurdî binêrin û tenê 3 saetan bixwînin.
 
Cîhan Hesam jî got ew ê daxwaza wan bigihînin aliyên têkildar.
 
Dêrik
 
Li bajarê Dêrikê gel li pêşiya Dibistana Yûsif El Ezma kon veda û anî ziman ku dê çalakiya wan a kon 3 rojan bidome.
 
Di roja yekem a çalakiyê de bi dehan xwendekar û malbatên xwe tev li çalakiyê bûn. Li pêşiya konê xwepêşandanê xwendekar Esma Îsam daxuyaniyek bi navê însiyatîfê xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin ku hikumeta demkî bi vê biryarê zimanê kurdî sînordar dike û ev yek binpêkirina mafên mirovan e.
 
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku gelê Kurd ji bo zimanê xwe bi salan tê dikoşe û bi Şoreşa Rojava re zimanê kurdî bi pêş ket, gelê Rojava tu carî dev ji deskeftiyên xwe bernade. Her wiha daxwaz kir ku zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de bibe zimanekî fermî yê Sûriyeyê.
 
Amûdê
 
Şêniyên Amûdê ji bo zimanê kurdî li Çerxerêya Jina Azad xwepêşandan bi rêxistin kir. Di xwepêşandanê de lêkolînerê zimanê kurdî Arşek Baravî daxuyanî xwend û got: "Biryara Wezareta Perwerdeyê ya sînordarkirina zimanê kurdî bi 3 saetan ne li gorî taybetmendî û çanda gelê Kurd e, gelê Kurd bi salan tê koşiya da ku zimanê xwe bixwîne û bi pêş bixe. Heyanî daxwaza me ya hemû wane bi zimanê kurdî werin dayîn, qebûl bikin em ê çalakiyên xwe berdewam bikin.”
 
Çilaxa
 
Li bajarê Çilaxa xwendekar û malbatên xwe dibistan girtin û çûn navenda perwerdeyê. Xwepêşandêran pankartên "Zimanê kurdî mafê me yê qanûnî û siyasî ye" û "Ji mafê me ye em bi zimanê xwe bixwînin" rakirin û dirûşmên "Em zimanê xwe dixwazin" berz kirin.
 
Li pêşiya avahiya navenda perwerdeyê daxuyanî ji aliyê Henîfa Reşîd ve hate xwendin, di daxuyaniyê de got ew biryara Wezareta Perwerdeyê qebûl nakin, xwendekar ev bûye 14 sal, ji dibistana seretayî heyanî zanîngehê bi zimanê kurdî dixwînin, ji mafê wan e ku bi zimanê kurdî biaxivin û bixwînin.
 
Xwendekar û malbatên wan ji rêveberiya navenda perwerdeyê ya Çilaxayê daxwaz kir ku xwesteka wan bigihînin Wezareta Perwerdeyê û biryara hatiye girtin, rawestîne.
 
Di dawiya de dirûşme "Bijî zimanê kurdî", "Zimanê kurdî nasname, hebûn, rûmet û dîroka me ye" û "Bê ziman jiyan nabe" bilind kir.
 
Til Temir 
 
Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê û xwendekaran ji bo zimanê kurdî daxuyanî da. Daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî li parka Meclisa Malbatên Şehîdan û li Dibistana Meyselûn hate dayîn.
 
Di daxuyaniyê de anî ziman ku zimanê kurdî nasname û mafê wan ê çandî ye, mafê zarokên Kurd e ku ji dibistana seretayî heyanî zanîngehê bi zimanê kurdî bixwînin û ji hikûmeta veguhêz daxwaz kir ku li vê biryarê vegere.
 
Her wiha diyar kirin ku dê bi rê û rêbazên aştiyane daxwaza xwe ya xwendina bi zimanê kurdî bînin ziman.
 
Di dawiyê de dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe" berz kirin.