Doza Sînem Çeşîm hat taloqkirin
- 21:17 10 Îlon 2026
- Rojane
STENBOL - Doza gumanbarê fîrarî yê ku Sînem Çeşîm qetil kir, taloqî dîrokek din hat kirin û şahidê bi navê E îfadeyên bi naqok dan.
Gumanbarê fîrarî Mehmet Şerîf Tanrikulu di 9’ê Nîsana 2025’an de li Stenbolê Sînem Çeîm qetil kiribû. Duyemîn runiştina ku gumanbar jê dihat darizandin li 2’emîn Dadgeha Ceza Giran a Sîlîvriyê hat dîtin. Parêzerên aliyan, malbata Sînem Çeşîm amade bûn û aktîvîstên KCDP’ê jî doz şopandin. Di runiştinê de ji 10 gumanbaran 6 heb hatin guhdarkirin û runiştin taloqî 5’ê Mijdarê hat kirin. Der barê çar şahidên nehatibûn de jî biryara bi zorê bînin hat derxistin.







