KJK: Wê jin têkoşîna azadiya jinê veguherînin têkoşîna jiyanek hevpar

  • 09:14 13 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - KJK'ê di salvegera şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' de got, "Eger em bidin ser şopa jinên berxwedêr, hingî em ê karibin bi rêxistinî li dijî sîstema kujer têbikoşin. Ji ber ku jineke bê rêxistin û bê komîn di nava sîstema kujer de bêparastin dimîne."
 
Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya salvegera çaremîn a şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rejîma Îranê ji ber polîtîkayên xwe yên zordar nikare bersivê bide çareseriya pirsgirêkên gel û hate destnîşankirin ku heta Îran demokratîk nebe wê nikaribe ji nava krîzan rizgar bibe.
 
KJK'ê diyar ki ku di sedsala 21'ê de guherînên bi lez diqewimin û got, "Di salvegera çaremîn a şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' de, di şexsê Şilêr Resûlî û Jîna Amînî de em hemû şehîdên şoreşê bi hurmet û minet bi bîr tînin ku li kolanên Îran-Rojhilat di protestoyên komkujiyê de hatin qetilkirin û hatin darvekirin. Her wiha di salvegera 4'emîn a qetilkirina Jîna Amînî de em Nîlûfer Mucawîr bi bîr tînin ku ji aliyê hêzên Îranê ve bi êşkenceya hovane hate qetilkirin û soz didin ku em ê bêdeng nemînin, bi têkoşîn û rêxistinbûnê em ê hesab ji kujeran bipirsin. Tundiya rêxistinbûyî û bi rêk û pêk a li dijî jinan di şexsê Nîlûfer Mucawîr de xwe careke din nîşan da. Li dijî vê sîstema kujerê kastî û rêxistinbûyî, israra li ser jiyana azad û bi wate ji bo me jinan yekane rêya çareseriyê ye.
 
Di sedsala 21'ê de guherînên gelekî bi lez rû dan û hîn jî rû didin. Pêvajoya jinûve vejînê ya Kurdan a bi pêşengiya Rêber Apo ne tenê li Tirkiye-Bakurê Kurdistanê di heman demê de li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê jî bandor û dengvedaneke mezin kir. Li ser bingeha demokratîkbûna bi çar dewletên li herêmê re projeya entegrasyona demokratîk xist rojeva raya giştî ya cîhanê. Li ser vê bingehê, Rojhilat-Îran ji ber şerê ku dem bi dem dewam dike, yek ji wan qadan e ku divê teqez demokratîk bibe. Ji ber ku rejîma Îranê ay zordar nikare ji pirsgirêkên gelê Îranê re bibe bersiv û çareserî. Lewma heta ku Îran demokratîk nebe ne çareseriyek dikare pêk were ne jî dikare ji krîza giran rizgar bibe. Eger gelên Îranê li ser bingeha pêvajoya ku 13'ê Îlona 2022'an bi qetilkirina Jîna Amînî ya bi hinceta nixumandinê destpê kir û xwe spart felsefeya Jin, Jiyan, Azadî di salvegera 4'emîn a serhildanê de ji bo alternatîfeke Îranê ya demokratîk têbikoşin, bêguman wê Îran karibe demokratîk bibe."
 
Di daxuyaniyê de gotin, li gel ku şerê Îran-Îsraîl-DYE bi şêweyên cuda dewam dike jî rejîma Îranê êrişkarî, girtin û darvekirinên li dijî gel dewam dike. Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir, "Hem ji ber şerê giran ê navberar Îran-Îsraîl-DYE'yê hem jî ji ber êrişên rejîmê bi taybetî bêhn li jinên Îranê tê çikandin. Rewşeke nebaş a ji mirinê xerabtir li jinan bi taybetî jî li jinên Kurd tê ferzkirin. Lewma meseleyeke jiyanî ye ku li vê rewşê bê pirsîn. Lêgerîn û lêpirsîn mirovan ber bi bersivên rast ve dibe. Pêşengiya jinan a ji protestoyên li Îranê bi lêpirsîna li vê sîstemê destpê kir. Li Îranê koletî li gelên Kurd, Azerî, Belûc, Fars û li jinan dihate ferzkirin. Di şexsê Jîna Amînî de jinên Îranî ev ferzkirin qebûl nekirin û dest bi lêgerîna li jiyana azad kirin. Ev lêgerîn bi felsefeya Rêber Apo û bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî gihîşt asta herî bilind ku bingeha têkoşîna zêdeyî 30 salî ya Tevgera Jinên Kurd bû. Careke din eşkere bû ku lêgerîn û lêpirsîn, têkoşîna azadî û wekheviyê bi pêşengiya jinan bi encam dibe.
 
Jiyaneke bê wate û dûrî pêşengiya jinê nikare mayinde û domdar be. Di heman demê de jiyanek dûrî azadiyê nikare bê jiyîn. Her ku gel bi pêşengiya jinê daket qadan, mêr ên ku ji vê rejîmê û sîstemê aciz in dan ser şopa jinên berxwedêr û daketin qadan. Ev rastiya mêr jî nîşan dide ku li Îranê li ser bingeha demokratîkbûnê wê guherîn pêk werin. Ya rast mêr ne tenê li hemberî zextên li dijî jinê, di heman demê de li dijî zextên li hemberî xwe daketin qadan û tevlî serhildana Jin, Jiyan, Azadî bûn. Li aliyekî rastiya mêr a hişk û serwerr, li aliyê din jî rastiya mêr ê ku dixwaze bi rengekî azad û wekhev bijî, di serhildana şoreşa Jin, Jiyan, Azadî de şênber bû. Berxwedaan Jîna Amînî, Şilêr Resûlî û Nîlûfer Mucawîr, jin û ciwanê ku di şexsê jinên berxwedêr de li bajarên Îran-Rojhilat hatin qetilkirin, nîşanî me didin ku felsefeya Jin, Jiyan, Azadî çawa dewam bike û bê parastin. Di heman demê de berxwedan û sekna ku bi pêşengiya Zeynep Celaliyan, Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî de li girtîgehên rejîma Îranê tê nîşandan, radixe pêş çavan ku têkoşîna şoreşa Jin, Jiyan, Azadî wê bê navber dewam bike.
 
Eger em bidin ser şopa jinên berxwedêr, em ê karibin li dijî sîstema kujer bi rêxistinbûyî têbikoşin. Ji ber ku jineke bê komîn û bê rêxistin di nava sîstema kujerê jinan de bê parastin dimîne. Ji bo em karibin xwe biparêzin di salvegera 4'emîn a serhildana Jin, Jiyan, Azadî de divê em xwe hîn zane bikin, têkoşîna xwe mezin û xurtir bikin. Rêber Apo gelê Kurd ji ser maseya kuştinê derbasî ser maseya çareseriyê kir. Bi taybetî jinên Kurd, Fars, Belûc û Azerîd divê di nava piştevanî û yekîtiyê de komînên xwe, rêxistinî û akademiyên xwe, qadên xwe yên perwerde, zanebûn û parvekirinê biafirînin û bi pêş ve bibin. Jin her ku parve dike mezin dibe û digihêje hemû jinan. Ji ber vê jî jin hemû xwedî li şoreşa Jin, Jiyan, Azadî derketin. Ji ber ku çanda destavêtinê li her devera cîhanê li dijî jinan û civakê bi heman şêweyî tê meşandin.
 
Ev çanda destavêtinê bi rêxistinî mezin dibe; sîstema kujer jî ji pêşengiya jinan û rêxistiniya wan ditirse. Lê belê her ku êriş zêde dibin bêguman piştevanî, yekîtî û parvekirina jinan jî zêde dibe. Di salvegera 4'emîn a şoreşa Jin, Jiyan, Azadî de em hêvî dikin ku jin ne bi tabloyên bîlanço yên kuştinê, lê belê bi komîn, akademî û qadên hînbûna azadiyê ya jinan bikevin rojeva raya giştî ya cîhanê. Di salvegera 4'emîn a qetilkirina Jîna Amînî de divê her kes bi taybetî jî jin dakevin qadan û nerazîbûna xwe nîşan bidin. Li ser vê bingehê em di wê baweriyê de ne ku jin, ciwan û gelên me wê têkoşîna azadiya jinê veguherînin têkoşîna avakirina jiyaneke hevpar û demokratîk."