‘Jin Jiyan Azadî veguherî tevgereke nikare bê sekinandin’

  • 09:03 13 Îlon 2026
  • Rojane
Melek Avci
 
ENQERE-  Hermîneh Hordad diyar kir ku tifaqa civakeke ku xwedî li guherîna ku ‘Jin jiyan azadî’ afirandiye derdikeve heye û wiha got: “Ev tevger ji daxwaza wekhevî, azadî û rûmetê diafire. Ji br vê jî tu kes bi hêsanî nikare red bike an jî holê rabike."
 
Di ser qetilkirina Jîna Emînî ku li Tehrana Îranê di 13’ê Îlona 2022’an de bi hinceta ‘li gorî rêbazên serê xwe girtinê tevnegeriyeye’ ji aliyê ‘polîsên ahlaqê’ ve hat binçavkirin û qetilkirin de, 4 sal derbas bû. Di çar salan de rejîmê zextên li ser civakê zêde kirin û li aliyê din jî civakê di çalakiyan de rêxistibûnên xwe berdewam kir. Tevî hemû zext, binçavkirin, darvekirin û çewisandinê gel dest ji berxwedana xwe berneda bangên demokrasiyê domandin.
 
Aktîvîsta mafê mirovan û siyasetmedar Hermîneh Hordad der barê gûherîna ku ‘Jin jiyan azadî’ di civaka Îranê de afirandiye axivî.
 
‘Em îro zêdetir piştevaniyê dibînin’
 
Hermîneh Hordad da zanîn ku çar sal di ser qetilkirina Jîna Emînî Re derbas bûne û li Îran tu tişt ne wek berê ye û got: “Guherîna herî mezin diyaloga navbera gelên Îranê de ye.Ji wê demê heta niha li Îranê gelek tişt guherîn. Gelan di mijara tecrubeyan de hişmendiyên mezin bidesti xistin. Em îro zêdetir piştevaniyê dibînin. Jinên Beluc ku ji mafê xizmetên tenduristiyê  heta av û nasnameyê bêpar bûn îro rewşa wan hîn bêtir tê zanîn.”
 
'Jin jiyan azadî' gel anîn cem hev
 
Hermîneh Hordad daxuyakirin ku civak di alî polîtîk de gihiştiye bingeheke rêxistinkirî û ev tişt anî ziman: “Mafê jinan, femînîzm û wekheviyê zêdetir di civakê de cih girt. Rejîm fikr û nêrînan hîna sûc dihesibîne. Di alî siyasî de mirov bûn xwedî hişmendî. Jin Jiyan Azadî ne tenê der barê jinan de, mijarê edalet, aborî, rumet û azadiyê de jî gel anîn cem hev.”
 
‘Rejîm kontrola beriya 2022’an êdî nikare tesîs bike’
 
Hermîneh Hordad daxuyakirin ku jin wek hêza pêşeng a tevgerê çalakiyan didomînin û wiha berdewam kir: “Xwepêşendan tevli jiyana rojane bûne. Mirov tevgerê bixwe dijîn. Di civakê de biryara ku jin serî bigirin an negirin hatiye qebûlkirin. Pir kêm mirov der barê cil û bergên jinan de gotinan dibêjin.Bêguman rejîmê helwesta xwe neguhertiye. Rejîm kontrola xwe ya beriya 2022’an îro nikare bike.”
 
‘Jin Jiyan Azadî zemînek hevpar afirand’
 
Hermîneh Hordad destnîşan kir ku kokên dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ xwe dispêre tevgera jinên krud û vê dirûşmeyê navbera gelên Îranê de zemîneke têkoşînê ya hevpar afirandiye. Hermîneh Hordad  ev nirxandin kir: “Jina jinek Kurd bû lê dema jiyana xwe ji dest da li ber nexweşxaneyê gelek kes hatin gel hev. Piştî mirina wê ji gelek herêman mirov tevli merasîma cenazeyê wê bûn. Rojnamegerên wek  Niloofar Hamedi û Elaheh Mohammadi tiştên hatin jiyîn ragîhandin û kirin belge. Tifaqa ku piştî qetilkirina Jînayê dest pê kir, hîna jî didome. Li gorî min îro ji yek tevgerekê wêdetir tevgerên girêdayê hev, komên girêdayê hev hene. Tifaqa civakî ji holê winda nebûye.”
 
‘Rejîm jinan wek tehdîd dibîne’
 
Hermîneh Hordad di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di navbera polîtîkayên cezakirina giran û darvekirinan ku jinan hedef digire û çalakiyên ‘jin jiyan azadî’ de têkiliyek siyasî û civakî heye û ev tişt bi lêv kir: “Jinên li dijî pergalê têdikşin bi cezayên giran re tên rû hev. Piştî tevgera ‘Jin jiyan azadî’ jinan qad bidesxistin û rejîm vê wek tehdîd dibîne. Zext jî di  gelek alî de hewldana bêdengkirina jinan e. Li Îranê tundiya dewlet û malbatê ya li ser jinan zêde bûye. Her cureyê tundiyê jî bi armanca kontrola li ser jinan tê kirin.”
 
‘Cîhanê ew bihist û peyama xwe girt’
 
Hermîneh Hordad wiha dawî lê anî: “Tevî hemû zextan, piştî çar salan şûde îro jî tifaqek civakê ya ku xwedî li guherînê derdikeve heye.  Civak venagere beriya 2022’an. Jin Jiyan Azadî di sînorên Îranê de nema. Li cîhanê belav bû. Li her derê cîhanê mirovan ew bihist û peyama wê girt.”