Li Lubnanê perwerdeya ‘Çima Jineolojî’
- 15:26 18 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Perwerdehiyê ya Kongra Star a Lubnanê rûniştineke perwerdehiyê ya li ser Jineolojî û têkoşîna li dijî zayendîperestiyê pêk anî. Di perwerdeyê de li ser xurtkirina hişmendiya rêxistinî û azadiya jinan hate nîqaş kirin.
Li gor nûçeya NÛJINHA'yê Komîteya Perwerdehiyê ya Kongra Star a Lubnanê, îro ji bo endamên Kongra Star a li Lubnanê rûniştinek perwerdehiyê li dar xist. Perwerdeya, bi sernavê "Çima Jineolojî? Têkoşîna li dijî zayendîperestiyê ku îdeolojiya otorîter temsîl dike", di çarçoveya perwerdeyên ku komîte bi armanca zêdekirina zanîn û hişmendiya jinan berdewam dike de, hate li dar xistin.
Ev perwerde, di xebatên Kongra Star de xwedî cihekî girîngin. Perwerdeyên tên dayîn, hişmendiya fikrî û rêxistinî ya endaman zêde dike û kapasîteya wan a nîqaşkirina mijarên têkildarî jin, civak û analîzkirina pirsgirêkên ku pê re rûbirû dimînin jî pêş dixe.
Di perwerdeyê de têgeha Jineolojî ku wekî "zanista jinan" tê pênasekirin û girîngiya pêşxistina têgihîştina zanînê ya di rastiyên jinan û ezmûnên wan ên dîrokî û civakî de tevdigre, hate destgirtin. Herwiha, têgeha zayendperestiyê, têkiliya wê ya bi hişmendiya otorîter û şêweyên serdestiyê yên jinan di seranserê dîrokê de rastî tên jî, hatin nîqaşkirin.
Di perwerdeyê de azadiya jinê, tundî û cudakarî hate nîqaş kirin
Her wiha beşdaran, têkiliya di navbera Jineolojî û tevgerên jinan de û ezmûnên ku jinan di pêvajoya têkoşîna xwe ya li seranserê serdemên cûda de bi dest xistine, hat destgirtin. Her wiha balkişandin ser girîngiya pêşxistina zanistên civakî ya bi perspektîfek ku tevkarî ji têgihiştina mijarên têkildarî jin û civakê bike ku rêyên guhertinê bên dîtin.
Di perwerdeyê de mijarên cûrbecûr yên têkildarî azadiya jinê, tundî û cudakariyê û her wiha bandora zîhniyeta otorîter a li ser têkiliyên civakî hatin nîqaşkirin.
Armanca perwerdeyê zêdekirina zanîn û hişmendiya endaman e
Perwerde, di çarçoveya bernameyên perwerdeyê yên berdewam ên di pêşengtiya koordînasyona Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a Lubnanê de tên organîzekirin de hate li dar xistin. Armanca bernameyê ew e ku zanîn û hişmendiya endaman zêde bike, kapasîteyên wan ên fikrî û rêxistinî pêş bixe û nîqaşên derbarê mijarên jinan û rêyên bidestxistina azadiyê de bidomîne.







