Cara yekem li Tehranê jin bê hîcab tevlî maratona bezê bûn
- 15:10 18 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Danê siharê pêşbirka bezê ya 10 kîlometreyî ya Tehranê bi beşdariya hezaran jin û mêran hate lidarxistin; tişta ku herî zêde bal kişand, amadebûna jinên bê hîcab bû ku dengvedaneke mezin di medya û torên civakî de afirand.
Medyayên navxweyî û yên derve, bi awayekî berfireh cih dan nûçeya beşdariya jinan a di vê pêşbirka bezê ya li Tehranê de û rapor li ser weşandin.
Di raporan de hatiye diyarkirin ku ev pêşbirka 10 kîlometreyî ya li paytext Tehranê, tevî hemû zext û tedbîrên tund ên desthilatê yên li ser hîcabê jî hate lidarxstin. Ev çalakî piştî serhildana jinan a bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” wekî yekemîn pêşbirka mezin a bi beşdariya hezaran jin û mêran tê qebûlkirin ku tê de jinan bi serhildêrî û bêyî hîcabê bal kişandin ser xwe.
Hêjayî gotinê ye ku ev çalakiya werzişî di demekê de pêk tê ku berpirsên olî û saziyên ewlehiyê yên rejîma Îranê her tim li hemberî çalakiyên hevpar ên werzişî yên jin û mêran xwedî helwestên pir tund bûn.
Beriya niha pêşbirka nîvmaratonê ya li parêzgeha Kermanê, ji ber nerazîbûna tund a melayên olî yên parêzgehê û zextên saziyên hikûmetê yên li dijî beşdariya hevpar a jin û mêran, hatibû betalkirin.
Her wiha ev amadebûna berfireh a jinên bê hîcab di vê maratona dawî de, bû sedema nerazûbûnên tund ên aliyên siyasî û olî yên tundrew. Di nav wan de serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan jî rexne li vê biryarê girtibû. Tevî van hemû zextan jî, amadebûna îro ya jinan di qadên werzişî de, wekî berdewamiya têkoşîn û şerê wan ê ji bo mafê azadiya lixwekirina cilan piştî şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” tê dîtin.







