Li Hezexê amadekariyên zivistanê

  • 09:03 2 Cotmeh 2026
  • Rojane
ŞIRNEX - Medîha Akay a li Hezexê dijî, bi fêkî û sebzeyên li baxçeyê xwe digihîne dest bi amadekariya zivistanê kir.  Medîha Akay da zanîn ku tu carê têkiliya xwe ya bi axê qût nekiriye û got: “Axa me nasname û zimanê me ye. Ji bo em çand, ziman û nasnameya xwe winda nekin em bi axê re eleqeder dibin.”
 
Bi hatina zivistanê re jinan dest bi amadekariyên zivistanê kirin. Medîha Akay a li Hezex a Şirnexê dijî bi sebze û fêkiyên di baxçeyê xwe de çandiye dest bi amadekariyan kir.
 
Medîha Akay da zanîn ku ew di salên 1990’î de ji ber şewitandina gundan ji gund derketine û got tevî vê dest ji axa xwe bernedane. Medîha Akay der barê  amadekariyên zivistanê de ji ajansa me re axivî.
 
Amadekariyên zivistanê
 
Medîha Akay got di meha îlonê de girar pijandine û got girar ji bo xwarinên cuda bikar tînin û wiha anî ziman: “Me mewûjên çêkirin. Me îsot û balcan, bamya hişk kirin. Me firingî hişk kirin. Em ê niha ji bo taştê sos çêbikin. Em ê tirşiyê çêbikin. Berê me li gund dims çêdikir.”
 
Medîha Akay ku ji gundê Gelîkur a Kerboran a Mêrdînê ye di 199’an de birayê wê tê qetilkirin û wih agot: “Di 1993’yan de cerdevanî li me hat ferzkirin. Zextên dewletê zêde bûn. Ji bo vê em di şevekê de ji gund derketin. Me amadekariyên xwe kiribûn. Me hemû keda xwe hişt û em derketin."
 
Medîha Aktay wiha dirêjî da axaftina xwe: "Berê li gund me her tişt çêdikir, me dims çêdikir. Me goştê xwe çêdikir. Derfetên wê demê ne wek niha bû. Cemedank tunebû. Me her tiştê xwe hişk dikir. Me di kewaran de vedişart. Me gundê xwe hişt û em hatin Hezexê.”
 
Medîha Akay diyar kir ku li Hezexê bi baxçeyê xwe re eleqeder dibe û wiha anî ziman: “Ez nikarim bisekinim. Divê ez mijûlbibim. Ez sebzeyên wek firingî, bamya, îsto diçînim. Seranserê havînê pê re eleqeder dibim. Ez bi axê re mijûl dibim. Me tiştên giran derbas kirin. Ez bi axê re mijûl nebim nikarim bisekinim.”