Nagîhan Akarsel li gelek bajaran hat bibîranîn: Wê pênûsa wê li erdê nemîne
- 14:41 4 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Endama Navenda Lêkolînê ya Jîneolojiyê, edîtora kovara Jîneolojiyê, niviskar û rojnameger Nagîhan Akarsel di çaremîn salvegera qetilkirinê wê de li gelek bajaran hat bibîranîn.
Endama Navenda Lêkolînê ya Jîneolojiyê, edîtora kovara Jîneolojiyê, niviskar û rojnameger Nagîhan Akarsel di çaremîn salvegera qetilkirinê wê de li gelek bajaran hat bibîranîn. Di bîranînan de jiyan, xebatên Nagîhan Akarsel hatin vegotin, helbest û nivîsên wê hatin xwendin. Her wiha dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘şehîd namirin’ hatin berzkirin.”
Konya
Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê nivîskar û rojnameger Nagîhan Akarsel ku di 4’ê Cotmehê 2022’yan de li bajarê Silemeniyeyê ya Başûrê Kurdistanê hat qetilkirin, di salvegera 4’emîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya gundê Gulyazi ya navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê hat bibîranîn. Malbata Nagihan Akarsel, Endamên Jineolojiyê, Komeleya Rojnamegerên Jinên Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê (DFG), Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Konyayê û parlamentera DEM Partî ya Stenbolê Ozgur Sakî jî tev li bîranînê bûn.
Girsê li mala malbata Nagihan Akarsel hat ba hev û heta goristanê meşiya. Dayika Nagihan Akarsel jî sandalyeyê bi teker li pêş girseyê tevî temenê xwe yê mezin û nexweşiyê jî hat ser gorê. Kesên tev li bîranînê bûn qurnefîl danîn ser gora Nagihan Akarsel. Bîranîna li ser goristanê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo hemû cangoriyên azadiyê, dest pê kir.
‘Xwestin pêşiya heqîqetê bigirin’
Piştî rêzgirtinê parlamentera DEM Partî Ozgur Sakî axivî û bi lêv kir ku Nagihan Akarsel bi Jineolojiyê heqiqet digihand civakê û wiha got: “Bi qetilkirina Nagihan re xwestin pêşiya vê heqîqetê bigirin. Lê ew têkoşîn hê didome. Gelek rojnamegerên Çapemeniya Azad gelek şehîd di vê rê de dan. Em hemû şehîdan bi bîr tînin û têkoşîna wan rêya me ronî dike.”
‘Em ê li ser rêya ku şehîdên Çapameniya Azad ji me re vekirine bimeşin’
Endam MKGê rojnameger Dîren Yurtsever jî bi lêv kir ku Nagihan Akarsel mîrateya têkoşîna heqîqetê ji wan re hiştiye û wiha got: “Em jî soz didin ku em ê hewl bidin layiqî têkoşîna wan bin. Em ê li ser rêya ku şehîdên Çapameniya Azad ji me re vekirine bimeşin.”
Ji malbata manevî ya Nagihan Akarsel Reyhan Yildirimci jî destnîşan kir ku wê demekê dirêj bi Nagihan Akarsel re bi hev re jiyaye û wiha axivî: “Piştî li Silemaniyê hat qetilkirin jî fikrên wê bi hezaran jinan re bû nexşerê.”
Piştî axaftinê girsê dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Jin Jiyan azadî” berz kir. Piştre jî beşdarên bîranînê li ser têkoşîn û jiyana Nagihan Akarsel hestên xwe anîn ziman.
Bernameya bîranînê bi xwendina diayan bi dawî bû.
Mersîn
Bi pêşengiya TJA’yê li Mersînê ji bo Nagîhan Akarsel li avahiya DEM Partî ya Mersînê bernameya bîranînê pêk hat. Platforma Saziyên Demokratîk, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mersînê û gelek welatî tevil bûn. Pankarta ‘jin jiyan azadî’ li salonê hat daliqandin. Wêneyên Nagîhan Akarsel hatin danîn û find hatin vêxisitn.
Di şexsê Nagîhan Akarsel de ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin û sînevîzyonek ku jiyana Nagîhan Akarsel vedigot hat nîşandan.
Aktîvîsta TJA’yê Şadiye Manap di bîranînê de axivî û da zanîn ku ew kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dset dane bibîr tînin û soza pêkanîna xeyalên wan dan.
Bername bi xwendina helbesta Nagîhan Akarsel, stran û dirûşmeyan bidawî bû.
Îzmîr
Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a DEM Partî ya Îzmîrê û TJA’yê li avahiya DEM Partî ya Îzmîrê ji bo Nagîhan Akarsel daxuyanî hat dayîn. Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, nûnerên saziyên demokratîk û gelek jin tevli bûn.
Di şexsê Nagîhan Akarsel de ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin û sînevîzyonek ku jiyana Nagîhan Akarsel vedigot hat nîşandan.
Nivîs û helbestên Nagîhan Akarsel hatin xwendin.
Bername piştî xwendinan bi dawî bû.







