Ji xwendekarên komînalîst banga konferansa 24’ê cotmehê

  • 20:55 13 Cotmeh 2026
  • Rojane
STENBOL- Xwendekarên Komînalîst der barê konferansa ku dê di 24’ê Cotmehê de li Amedê li dar bixin de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku misogerkirina çaresariya pirsgirêka Kurd bi “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” û xwedîderketina çalak a ciwanên zanîngehê pêkan e û hemû xwendekarên welatparêz û komînalîst vexwendin konferansê.
 
Ciwanên zanîngeha dê di 24’ê Cotmehê de li Amedê bi dirûşmeya “Bi kampusên komînal niha dema rêxistinkirinê ye” konferansekî li dar bixe. Têkildarî konferansê ciwanan li avahiya HDK’ê ya navçeya Beyoglûyê daxuyaniyekî da. Daxuyanî ji aliyê xwendekarê bi navê Cotkar Şahîn ve hate xwendin. 
 
‘Dînamîzma ciwanan li hemberî pergala dewletparêz e’
 
Cotkar Şahîn anî ziman ku ciwan ji nava jiyana civakî derdikevin û got: “Dînamîzma ciwanan, lêgerîn û bîra wan a kolektîf, li hemberî pergala dewletparêz e û wekî hêza herî xurt ji bo parastin û avakirina tevgerên civakî xizmet kiriye. Ciwanên xwendekar wekî hêza pêşeng a îdeolojîk, girseyî û pratîk a tevgera ciwanan rol dilîze û ji ber vê bi êrîşên dewletperest ve rû bi rû dimînin. Bi rêya siyasetên ku bi salan tên meşandin û bi destê YOK û rektorên tayînkirî hewl hatiye dayîn ku zanîngeh bên desteserkirin; bi rêya binçavkirin û girtinan hewl hatiye dayîn ku daxwazên herî bingehîn ên xwendekaran ên têkildarî mafan bên tepisandin. Armanc ew e ku ew qadên nasnameyeke azad a xwendekaran bên tefisandin.”
 
‘Dem hatiye ku ev têkoşîn bi azadiyê tacîdar bibe’
 
Cotkar Şahîn diyar kir ku ew niha di qonaxekê re derbas dibin û wiha axivî: ” Di demekê de ku hêzên civakî li dijî hemû siyasetên înkar û qirkirinê berxwedana xwe didomînin, gelê Kurd hebûna xwe bi rêya têkoşîneke bêhempa ya li dijî siyaseteke înkar û tunekirinê ya sedsalî misoger kiriye. Niha dem hatiye ku ev têkoşîn, hebûn û dînamîzma Kurd a nayê înkarkirin bi azadiyê tacîdar bibe. Serdema niha ne tenê ji bo gelê Kurd, lê ji bo her kesê li van axan ku daxwaza demokrasiyê, wekheviyê û azadiyê dike, derfeteke dîrokî pêşkêş dike. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku berdewam dike, ji bo demokratîkbûna komarê derfeteke girîng e. Lê, eger dewlet tenê wekî pirsgirêkeke ewlehiyê nêzîkî vê pêvajoyê bibe, ev yek dê bibe sedema windakirina vê derfeta dîrokî û bibe sedem ku Tirkiye ji bo sedsaleke din jî ji demokrasî û azadiyan bêpar bimîne. Derbaskirina qeyranên pirreng ên ku Tirkiye pê re rû bi rû ye û misogerkirina çaresariya pirsgirêka Kurd bi “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” û xwedîderketina çalak a ciwanên zanîngehê pêkan e.”
 
Banga ji bo beşdarbûna konferansê hat kirin
 
Cotkar Şahîn destnîşan kir ku avakirinekî sosyalîst tenê dikare li ser bingeha komînan û demokrasiya herêmî were pêşxistin û wiha bi dawî kir: “Li ser vê bingehê em wekî ciwanên xwendekar di bin dirûşma “Bi kampusên komînal niha dema rêxistinkirinê ye” de, konferanseke berfireh ji bo avakirina rêxistina xwe ya zanîngehê li dar bixin. Ev yek pêwîstiya herî bingehîn a vê qonaxê ye. Wekî xwendekarên komînalîst, em hemû xwendekarên welatparêz û komînalîst ên ku li zanîngehên bajarên Tirkiye û Kurdistanê dixwînin vedixwînin konferansa ku em ê di 24'ê Cotmehê de li Amedê li dar bixin. Werin em bi hev re nîqaş bikin, rêxistin bibin û têkevin nava liv û tevgerê. Werin em bi hev re qadên ku nasnameya xwendekarê azad lê geş bibe ava bikin.”