Karwana alîkariyê ya Bakurê Kurdistanê gihîşt Kobanê
- 19:27 11 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Karwanek ji 17 kamyonên alîkarî û pêdiviyên bingehîn pêk tê, ku gelê Bakurê Kurdistanê kom kirin gihîşt Kobanê.
Di çarçoveya piştgiriya gelê Rojava de, bi taybet jî piştgiriya bajarê Kobanê yê dorpêçkirî, gelê Bakurê Kurdistanê alîkariyên mirovî û pêdiviyên bingehîn kom kirin, bi rêya Platfroma Parastin û Piştgiriya Bajar a Amedê karwanek ji 17 kamoynan pêk tê, derbasî bajarê Kobanê kirin.
Karwan di deriyê Ezazê, piştre Cerablusê û pira Qereqozaqê re derbasî Kobanê bû. Heyva Sor a Sûriyeyê alîkarî wergirtin û veguhastin Kobanê.
Di çarçoveya kampanyaya piştgiriya gelê Rojava de ku di şert û mercên jiyanê yên zehmet re derbas dibin, ev alîkarî hatin şandin. Alîkarî ji xurek û pêdiviyên bingehîn pêk tê. Bi karwan re cîgirê Serokê Odeya Sanayî Erdal Avşar û parêzer Rîhan Gok re hebûn. Her duyan diyar kir ku ev alîkarî yekgiritina Kurdan û hevkariya wan li tevahî herêman li hember astengiyan nîşan dide.
23 roj e bajarê Kobanê ji hêla hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve di dorpêçeke giran de ye.







