Jinan serdana şîna Aleyna Yagar kir

  • 17:37 23 Adar 2026
  • Rojane
AMED - Jinên ku şûn serdana malbata şîna Aleyla Yagar, destnîşan kirin ku heta kiryar cezayê pêwîst bigire wê li pey dozê bin. 
 
Yekîneyên Têkoşîna li dijî Tundiyê ya girêdayî Midûriyetên Jinan ên Yenîşehîr, Rezan û Şaredariya Bajarê Mezin, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinan a Rosayê, Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak serdana malbata şîna Aleyna Yagar a ku di 21’ê Aderê de ji aliyê Cafer Başegmez ve hat qetilkirin, kir. 
 
Jinan ji dayika Aleyna Yagar re sersaxiyê xwest û destnîşan kirin ku heta kiryar cezayê pêwîst bigire wê li pey dozê bin. Dayika Aleyna Yagar jî got bila edalet li cihê xwe bimîne û bila êdî tu jin neyên qetilkirin. 
 
Piştî serdanê jin ji cihê şînê veqetiyan.