MED TUHAD-FED’ê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir

  • 13:42 25 Adar 2026
  • Rojane
AMED -Hevserokên MED TUHAD-FED’ê diyar kirin ku ji bo hevdîtîna bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dane û bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Taşar ê ku duh jiyana xwe ji dest dabû.
 
Federasyona Komaleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û pêvajoya heyî li avahiya xwe ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokên MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat û Pinar Sakik Tekîn di civînê de axivîn. MED TUHAD-FED’ê di civînê de bal kişand ser binpêkirinên mafan û zextên li girtîgehan û da zanîn ku bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dane.
 
Di daxuyaniyê bal kişandin ser girtiyên nexweşên zindana û ji bo zextên li ser zindanan bê sekinan bi awayekî fermî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin serlêdana Wezareta Dadê hatiye kirin.
 
Kerem Canpolat ku ewilî axivî, bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û got: “Ev pêvajo li welatê me destpêkirî bi taybetî li Rojhilata Navîn ku îro şerê Amerîka, Îran û Îsraîlê tê de didome, xwedî wateyeke gelekî mezin e. Pêvajoya ku li Tirkiye û bakurê Kurdistanê dest pê kiriye û didome, di demeke baş û zêrîn de dest pê kiriye. Em hêvîdar in ku ev pêvajo bidome. Divê astengî û xetimandinên li pêşiya vê pêvajoyê, ji aliyê dewletê, hikûmetê û desthilatdariyê ve rast werin xwendin; bi aliyê erênî û aştiyê ve werin nirxandin û ji bo qonaxa duyemîn, ber bi dayîna mafan ve gav werin avêtin.”
 
Kerem Canpolat nerazîbûna xwe nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin da û wiha domand: “Her çend dewlet dibêje em pêvajoyê didomin jî, di zindanan de zext, zehmetî û binpêkirinên mafên mirovan hene. Nêzî şeş meh in li zindanên Tirkiye û Kurdistanê tiştên nebaş çêdibin. Em van tiştên nebaş tenê wekî kêmasiyên îdareyê nanirxînin; em dibêjin ku ev nêzîkatiyeke sîstematîk e û ji aliyê dewletê ve tê meşandin. Ev yek jî derbarê pêvajoyê de me dixe nav guman û fikaran. Civaka me bi girtîgehan ve girêdayî ye; bi hezaran girtiyên azadiyê û bi sed hezaran malbatên wan hene. Di dîroka van sed salan de, dewletê her tim Kurd xapandine û sozên xwe bi cih neanîne, lewma gumanên heyî zêde dibin. Li zindanên Erzirom, Qeyserî, Xarpêt, Kurkçulera Edeneyê û Amedê zextên mezin hene, mafên tenduristî û însanî yên girtiyan tên astengkirin.”
 
Kerem Canpolat destnîşan kir ku bingeha pêvajoyê li zindanan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Girtiyên azadiyê ji bo malbatên me û civaka kurd xeteke sor in. Em dixwazin dewlet û tevahiya siyaseta Tirkiyeyê vê xeta sor fêm bikin û bi hurmet nêzîkî girtiyan bibin. Her wiha, girtiyên ku cezayên wan qediyane, bi hincetên biçûk û derqanûnî ji aliyê desteyan ve nayên berdan; înfaza wan du, çar, an jî şeş mehan tê taloqkirin û şewitandin. Divê dewlet demildest vê neheqiyê çareser bike û girtiyên ku cezayê wan qediya ye azad bike. Girtiyên ku bi salan di zindanan de mane, heke werin berdan dikarin li derve ji bo pêvajo û civakê alîkariyeke mezin bikin.”
 
Pinar Sakik Tekîn jî bi lêv kir ku her çiqas pêvajoya heyî berdewam bike jî ev yek bandorê li girtîgehan nake û da zanîn ku ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dane. Pinar Sakik Tekîn anî ziman ku li girtîgehan bi awayekî sîstematîk pêkanîn keyfî tên kirin û got: “Îro girtiyên nexweşên giran û yên temen mezin bi israr di hundir de tên hiştin. Weke sazî, me çend caran ev mijar xist rojeva wijdana raya giştî û me çiqas bang li rayedaran kiribe jî, mixabin ev rewş hêj jî berdewam dike.”
  
Pinar Sakik Tekîn bal kişand ser Mehmet Edîp Taşar ê duh li Girtîgeha Sîlîvriyê jiyana xwe ji dest da û wiha domand: “Gelek hevalên din jî di heman rewşê de ne. Mehmet Emîn Çam heye; ew jî bi heman awayî nexweş e, di rewşeke wisa de ye ku êdî malbata xwe nas nake û temenê wî jî zêdetirî 70 saliyê ye. Dîsa em dikarin Fîkrî Tûglûk weke mînak nîşan bidin. Fikri Tûglûk nêzî 30 salan di girtîgehê de ma û hate berdan. Hevrêyê me yê ku bi rapora bijîşkan a “nikare di girtîgehê de bimîne” hatibû berdan, careke din hate girtin. Sedem çi ye? Ji ber ku bijîşkan ew raporên pêwîst nedan, hevalê me careke din hate girtin. Bi vî awayî gelek navên din hene ku em dikarin weke mînak nîşan bidin. Û hiştina van mirovan a di hundir de, ji siyasetê wêdetir e û bêguman rewşeke nayê qebûlkirin e. Di vê xalê de, di demekê de ku divê ATK bi çavdêrî û venêrînên xwe yên di nava sîstema hiqûqê de alîkariya dadperweriyê bike, mixabin îro bi nêzîkatiyên xwe yên keyfî, bi nêzîkatiyên xwe yên di bin navê ‘dosyeya terorê’ de, bi helwesta xwe ya alîgir û cudaxwaz re dibe sedema derketina vê tabloya nexweş. Ji ber vê sedemê, divê girtiyên nexweş demildest werin berdan.”