Maryam Ekberi-Monfared piştî 16 salan şûnde hat tahliyekirin
- 17:33 8 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Maryam Ekberî-Monfared ku li Îranê demek dirêj girtî ma, piştî 16 salan şûnde hat berdan.
Li Îranê girtiya siyasî Maryam Ekberî-Monfared îro piştî 16 sal û 3 meh girtina xwe hat berdan. Li gorî nûçeya Nujinha, Maryam Ekberî-Monfared seranserê girtina xwe ji mafê desturê fêde negiritye û bi salan di şertên zor yên girtîghê de hatiye girtin. Maryam Ekberî Monfared ku salên dawî de li girtîgeha Karçak a Varamîn ma, yek ji sembola berxwedana girtiyên siyasî yên jin bû.
9Maryam Ekberi-Monfared, di 2009’an de hatibû binçavkirin û piştre jî bi sûcdariya ‘muharebge’ 15 sal ceza lê hatibû birîn. Tevî salên derbasbûyî cezayê wê nehat daxistin û berovajî vê bi zextan û binpêkirina mafan re hat rû hev.







