Zeynep Cansiz jiyana xwe ji dest da

  • 08:43 13 Nîsan 2026
  • Rojane
ÎZMÎR - Dayika Sakîne Cansiz Zeynep Cansiz jiyana xwe ji dest da.
 
Zeynep Cansiz, dayika ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz a di 9'ê Çileya 2013'yan de li Parîsê hat qetilkirin, di 6'ê Nîsanê de sewqî nexweşxaneyê hatibû kirin.  Zeynep Cansiz a li beşa lênihêrîna awarte ya Nexweşxaneya Dewletê ya Îzmîrê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da.
 
Ji ber ku dozgerî mirina wê wek 'sedem nayê zanîn' pênase kir, dê cenazeyê wê bibin Saziya Tiba Edlî ya Bûcayê. Dê piştre cenazeyê Zeynep Cansiz bişînin Dêrsimê.