Li Îranê jinên girtî di şertên xirab de tên girtin

  • 14:14 6 Gulan 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî raporan, 30 jinên ku di mehên dawî de hatine girtin, di beşa karantîna ya qawîşa ‘Arameş’ ya girtîgeha Vekîlbad a Meşhedê, di şertên xirab û ji derfetan bê par tên girtin.
 
Li Îranê bi berfirehbûna atmosfera ewlehiyê piştî xwepêşandanên meha Çileyê û geşedanên dawî yên leşkerî, raporên nû yên ji girtîgeha Vekîlbad a Meşhedê tên, radixe berçavan ku 30 jinên hatine girtin, ji derfetên bingehîn bê par û bi fikar de têne ragirtin.
 
Li gorî malpera mafê mirovan HRANA, niha 23 jin li qawîşa bi navê ‘Arameş’, 7 jin jî di beşa karantîna de tên ragirtin. Li gorî agahiyên çavkaniyan, ev qad rû birûyî pirsgirêkên wek kêm hewagirtin, kêmaniya ranze, şertên xirab ên paqijiyê, pirsgirêkên di pergala sarkirin-germkirinê de û qedexeyên cidî yên xwegihandina xizmetên tenduristiyê de ne.
 
Li gorî raporê, beşek ji van jinan di xwepêşandanên meha Çileya 2026’an de hatine binçavkirin, hinek jê jî di çarçoveya zextên ewlehiyên yê piştî rageşiya leşkerî ya Îranê bi Îsraîl û DYE re dijî de hatine girtin. Gelek jê hê di nava ne diyariya hiqûqî de tên girtin û derbarê rewşa dosyayên xwe de bê agahî ne.
 
Berê jî hatibû ragihandin ku sê girtiyên siyasî Mehbûbe Şabanî, Sîma Enbaî Ferîmanî û Azar Yahoo, di mehên dawî de piştî hatin girtin li qawîşa jinan a girtîgeha Vekîlbadê bi awayek ne diyar tên ragirtin. Ev sê jin bi sûcên wek ‘Muharebe’ (li dijî dewletê şer), ‘têkiliya bi Îsraîlê re’, ‘li dijî ewlehiya neteweyî kombûn û komplo’ û ‘heqareta dijî lîderê Îranê’ hatine sûcdarkirin. Her wiha xwegihandina parêzerên bi bandor jî bêpar hatine hiştin.
 
HRANA, pêvajoya sewqê ya kesên hatine binçavkirin wiha tîne ziman: “Jin destpêkê birin qawîşa 6’an û heta dema lêpirsînê qedexeya hevdîtin û peywendiyê anîn. Piştre ên jorî 18 salî sewqî beşa karantîna yan jî Arameş kirin. Lê ev herdû beş li gorî çavakaniyan ji bo girtinên demdirêj nehatiye avakirin.
 
Li gorî raporê qawîşa Arameş, dişibe enbar û xwedî çêkere dibin erdê deye. Xwepêşenderek ê hatî berdan vê derê dişibîne ‘cihê moriyan’. Divê qada bi tewan, pencereyên bi sînor û kêm hewagirtin de nefesgirtin zor dibe. Di nava girtiyan de bûyerên wek nefestengî, ne aramî derketine holê. Deriyê qawîşê tenê di demên neçar de tê vekirin û girtiyên li qawîşên din nikarin xwebigînin vêderê.
 
Ji ber ranze û çerşafên kêm, li gorî hejmara girtiyan derfetên destav jî kême, serşû û hijyena kesî, di nava pirsgirêkên din ên hatine raporkirin de cih girtin. Derbarê beşa karantîna de çavkaniyekê diyar kir ku ew qad ji bo bicihbûnê ji standartên pêwîst bê pare, ji ber bêhna kanalîzasyonê, kêmaniya paqijiyê û  hewaya xirab şertên jiyanê hê girantir bûye.
 
Çavkaniyên mafê mirovan diyar dikin ku li qawîşa Arameş, xizmetên tenduristiyê gelek sînordare. Girtiyên nexweş dema dibin revîran jî bêyî tedawiya pêwîst dîsa vedigerînin  heman şertan.
 
Lêkolîn nîşan didin ku qawîşa Arameş berê wek qada disiplîn an jî cihê sûcên madeyên hişbir dihat bi karanîn, encex êdî bûye yek ji cihên ragirtina destpêkê yê kesên ku ji ber sûcên siyasî û ewlehiyê hatine binçavkirin. Li gorî çavdêran, ev rewş nîşan dide ku nêzîkatiyên ewlehiyê yên li dijî xwepêşanderên jin û aktivîstên sivîl hê tundtir bûye.
 
Ev rapor di demek ku li Îranê di nava 50’î rojan de herî kêm 28 girtî ji ber sûcên siyasî û ewlehiyê hatine darvekirin de hate weşandin. Ji van 13 kes di xwepêşandanên Çileyê de hatibûn girtin. Di heman demê de li gel ku hinek parlemeneter destek dide pêkanînên tund ên darazê li dijî xwepêşanderan, ev jî tê wê wateyê ku bi sedan girtiyên siyasî û welatên dibin çavan de rû birûyî xeteriya cezayê darvekirinê ne.
 
Ev geşedanane, fikarên derbarê ku Komara Îslama Îranê binçavkirin, girtina di şertên der mirovî û cezayê darvekirinê wek amûrek a zexta siyasî bi kar tîne, zêde dike.