Kovara Jineolojiyê li Amedê bi xwînerên xwe re civiya

  • 13:18 10 Gulan 2026
  • Rojane
AMED - Kovara Jineolojiyê li Amedê bi xwînerên xwe re civiya û têkildarî Îdeolojiya Rizgariya Jinê nîqaş hatin kirin. 
 
Kovara Jineolojiyê, li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê ya li navçeya Sûrê bi xwînerên xwe yên ji bajarên cuda hatin re civiya. Li eywana hevdîtinê pankartên “Jin, jiyan, azadî” û “Ji ber ku dîrok jinê nenivîsandiye jin dîrokê dînivîse” hatin daliqandin. Endama kovarê Hasret Yelbogayê di hevdîtinê de got: “Ji bo berfirehkirina nîqaşên ser nasnameya me, ev hevdîtin gelek biqîmet in. Em ê li ser Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya ji çar tebeqeyan pêk tê nîqaş bikin. Em ê vê mijarê ji hêla dîrokî ve nîqaş bikin. Meseleya hebûn û nasnameyê, yek ji wan mijara ye ku Rêbertî (Abdullah Ocalan) li ser disekine û kûr dike. Em dizanin ku heta azadiya jinê çênebe azadiya civakî jî çênabe. Wekî felsefeya hebûnê jî derxistiye holê, di esasê xwe de lêpirsîna xwe ya kesayetekî/ê, rewşa xwebûnê di esasê xwe de yek ji wan pêvajoyê xweavakirinê ye. Di tevahiya dîrokê de zext li jinê hatiye kirin, teşe danê û ji cewhera xwe ya hatiye qutkirin. Em jî dê li ser rêya çareseriyê vê nîqaş bikin.” 
 
Piştî axaftinê, hevdîtin ji çapemeniyê re girtî domiya.