‘Normalkirina îstîsmara zarokan li dijî etîka pîşeyê ye’

  • 09:02 8 Tîrmeh 2026
  • Rojane
Devrîm Findik
 
STENBOL - Endama Lijneya Rêveberiya ÎTO’yê Irmak Saraç der barê cezayê li gumanbarên dosya Yusuf Ziya Gumuşel hatiye birîn de axivî û da zanîn ku her nêzîkatiya ku îstîsmara zarokan normal dike hem li dijî mafê zarokan hem jî li dijî etîka pîşeyî ye.
 
Piştî di doza Yusuf Ziya Gumuşel de ceza li gumanbaran hat birîn şûnde, polîtîkayên bêcezahiştinê, mafê zarokan û têkoşîna jinan ji nû ve ji nîqaşê re vebû. Endama Kordînasyona Jinan û Lijneya Rêveberiya Odeya Tabîban a Tirkiyeyê Irmak Saraç der barê polîtîkayên bêcezahiştinê, mekanîzmayên parastina zarokan, têkoşîna li dijî îstîsmara zarokan axivî.
 
‘Ji bo doktor zarok kirdeya maf a serbixwe ye’
 
Irmak Saraç destnîşan kir ku parastina zarok di ser hemû pêvajoyên îdarî û darazî de ye û wiha got: “Di temenê zarokatiyê de û bi zorê zewac nikare bê rewakirin. Ez vê rewşê wek îstîsmar binav dikim. Berdana Yusuf Ziya Gumuşel, tenê hesta edaletê nahejîne, ligel vê sûcên bi vî rengî teşwîq dike. Ji bo hekîman parastina zarok berpirsyariyeke etîk e. Ji bo hekîm zarok kirdeya maf a serbixwe ye.”
 
‘Îfadeya di temenê biçûk de zewac rastiyê vedişêre’
 
Irmak Saraç daxuyakirin ku li dijî zimanên ku îstîsmara zarokan rewa dike divê seknek bi biryar bê nîşandan û wiha daxuyand: “Em wek komîsyoan jinan a Odeya Tabîban a Stenbolê her tim dibêjin ku îradeyên ‘zewaca di temenê biçûk de’ rastiyê vedişêre û îstîsmarê rewa dike. Rêya pêşîgirtina îstîsmarê ji têkoşîna ji bo Peymana Stenbolê derbas dibe.”
 
‘Berpirsyarî bi tena serê xwe li kesan nikare bê barkirin’
 
Irmak Saraç anî ziman ku xebatkarên tenduristiyê di mijara ku îstîsmara zarokan nas bikin, qeyd bikin û ragihînin de berpirs in û got: “Lêpirsînek bi bandor nayê kirin. Di hawireke ku gumanbar bê ceza tên hiştin de hewldanên xebatkarên tenduristiyê jî bê bersiv dimînin. Mixabin me gelek caran ev rewş jiya. Parastina zarokan tenê ji hekîman re nikare bê hiştin. Divê pergala edaletê, mekanîzmayên xizmeta civakî û polîtîkayên parastina zarokan bi bandor pêk bên. Berpisyarî tenê li kesan nikare bê barkirin.”
 
'Divê xeta têkoşîna hevpar bê hûnandin'
 
Irmak Saraç da zanîn ku ev pirsgirêk tenê ji ser bûyerê êdî nikare bê nirxandin û divê esasê bi kok ên pişt bûyeran bên veguherîn û bal kişand ser girîngiya wekheviya zayenda civakî: “Pergala patriyarkal serdestiya mêr rewa dike. Jin, zarok, LGBTÎ nayê dîtin. Ji ber vê jî polîtîka tenduristiyê ya mafê jin û zarokan esas digire divê di esasa wekheviya zayendî de esas bigire. Îstîsmara zarokan ne tenê bûyerên edlî ne, pirsgirêkek pergalê ye û divê li dijî vê xeteke têkoşînê ya hevpar bê hûnandin.”