‘Em dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin’

  • 09:03 8 Tîrmeh 2026
  • Rojane
Gulîstan Gulmuş-Mijdar Akman
 
RIHA - Rojnameger Frederîke Geerdînk ku merasîma şewitandina çekan a piştî ku PKK’ê xwe fehs kir, şopand got muxatabê sereke yê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan e û got: “Divê mirov bikaribin xwe bigihînin van muzakerevanan. Divê bikaribin bi rojnamegeran re biaxivin. Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re roportajê bikim.”
 
Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya di 27’ê Sibatê de kir şûnde, PKK’ê di 5-12’ê Gulanê de 12’emîn kongreya xwe pêk anî û biryara feshkirinê da.  Piştî vê di 11’ê Tîrmehê de bi Pêşengiya Hevseroka Konseya Rêvber a KCK’ê 30 gerîlayî li  Silêmaniyê lî şikefta Casenê merasîma şewitandina çekan pêk anîn. Di ser re salek derbas bû lê hîna dewletê gavek şênber navêtiye.
 
Rojnameger  Frederîke Geerdînk ku merasîma şewitandina çekan şopandibû çavdêriyên xwe parve kirin.
 
Frederîke Geerdînk der barê wê rojê de axivî û got: “Ez 11'ê Tîrmehê de li wir bûm. Atmosfer hestiyar bû, dîrokî bû. Siyasetmedar, dayikên aştiyê, ji ber fedekariya bi salan di merasîmê de digiriyan. Hat îlankirin ku têkoşîna çekdarî bidawî bûye, lê prisgirêk çareser nebû, bêguman didome. Di vî alî de demeke hestiyar û dîrokî hat jiyîn. Ez bi Besê Hozat û çend lîderên din re axivîm. Piştî merasîmê vegeriyan. Ew şîkeft ne şikesta ku her tim lê diman bû. Min bi wan re roportaj kir. Biryarbûnek mezin hebû. Wiha gotin ‘Di 1984’an de dema têkoşîna çekdarî dest pê kir,rewşa Kurdan ji ya niha cuda bû’. Ev nirxandineke dîrokî ya Ocalan û PKK’ê ye. Kurd nedihatin qebûlkirin, rewşa ya niha bi têkoşînê gihişt astek din.”
 
Parastina cewherî
 
Frederîke Geerdînk destnîşan kir ku di roportajên ku bi Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat û gerîlayên din re kiriye de têkoşîn derbasî astek cuda bûye û wiha got: “Ez bi Besê Hozat û lîderêndin re axivîm. Min pirsa ‘Ger Tirkiye êrîş bike ger ku dewlet dîsa êrîş bike hûnê çi bikin?’ pirsî.   Mafê parastina cewherî ez fêr bûm k ev girîng bû. Ez vê ji lêkolînkirina îdeolojiya Ocalan dizanim.  Ev mafê her zindiyî ye. Di rewşên êrîşên dewletê de ji bo parastina cewherî çek pêwistin.Ya ez fêr bûm kev e û min ev biryarbûn bi wan re dît.”
 
 
‘Dewlet pirsgirêkê qebûl nake’
 
Frederîke Geerdînk anî ziman ku tevî pêvajoyê sererastkirin tune ne û got divê dewlet ewil pirsgirêka Kurd qebûl bike û wiha pê de çû: “Ewlehiya qanûnî ya Kurdan tuneye. Li hember mafê wan rêzdarî tune ye. Zimanê wan di destura bingehîn û qanûnan de tune ye. Ocalan girtî ye. Bi hezaran siyasetmedar girtî ne. Mirov 30 salan zedetir girtî dimînin û tên berdan.Girtiyên siyasî tên berdan lê tu tezmînatê nagirin. Divê ev bêdadî bi dawî bibe. Têkoşîn didome. Dewlet pirsgirêka Kurd qebûl nake. Sedema neavêtina gavan ev e ku dewlet vê wek berpirsyarî nabîne.”
 
‘Divê Ocalan bi rojanmegeran re biaxive’
 
Frederîke Geerdînk daxuyakirin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan hîna idodme û wiha berdewam kir: “Abdullah Ocalan muxatabê sereke yê pêvajoyê ye. Mirovê divê biaxive ne pêkane mirov xwe bigihînê ne.  Yek ji tiştên tevger dibêje dibê ku divê mirov xwe bigîhinin muxatabê sereke. Divê rojnameger bikaribin biaxivin. Ez dixwazim bi Ocalan re roportajê bikim. Gelek rojanemger hene ku dixwazin biçin. Lê çûyîn qedexeye.  Ger ku mafê Erdogan yê axaftinê hebe divê yê Ocalan jî hebe.”
 
 
Frederîke Geerdînk wiha dawî lê anî: “PKK’ê ji bo pirsa hûnê ji vir şûnde çi bikin jî got ‘em êdî tevgereke xwe naspêrin têkoşîna çekdarî. Ev guherîneke mezin e. Me di 1984’an de wisa dest pê kir. bi salan wisa meşiya. Lê êdî em têkoşîna çekdarî nakin., ji ber vê divê em xwe ji nûve saz bikin. Em pêvajoya aştiê didomînin. Karê me heye em wan dikin lê dewlet êrîşbike em ê xwe biparêzin.’Ev ne dawiya pêvajoya şatiyê ye. Têkoşîna xwe dimeşînin. Ev pir xrtin. Bertek nîşanê dewletê nadin. Stratejiya xwe ava dikin. Biryarbûna wan jî vê piştrast dike.”