Daxuyaniya 11’ê Tîrmehê: Divê dewlet gavên qanûnî û siyasî bavêje
- 21:08 11 Tîrmeh 2026
- Rojane
AMED - Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê ku bi boneya salvegera şewitandina çekan a Tevgera Azadiyê ya Kurd de daxuyanî da diyar kir ku aştî encax bi sazkirina baweriya du alî, bi bingeha zagonî pêkan e û destnîşan kir ku polîtîkayên xapandinê, nêzîkatiya derengkirinê û nediyarî pêvajoyê têk dibe.
Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê bi boneya salvegera merasîma şewitandina çekan û derbarê çêkirina qanûnên ji bo pêvajoyê de li Qada Şanoyê ya Servekirî ya li Sumerparkê ya navçeya Bajarê Nû ya Amedê daxuyanî da. Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Uçar, hevşaredar, Dayîkên Aştiyê, aktîvîstên TJAyê, endamên meclisên şaredaran, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de bi sedan kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de bi zaravayên kurmancî û kirmanckî yên Kurdî û Tirkî pankarta “Ji bo azadî, demokrasî û aştiyê gaveke zagonî biavêje” hate vekirin. Beriya ku daxuyanî dest pê bike beşdaran bi stranên ji platformê hatin lêxistin re li çepikan û dirûşmê “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok jiyan nabe” , “Dîsa dîsa serhildan Serokê me Ocalan” û “Ciwan fedayîyên Rêber Apo ne” berz kirin. Li platforma daxuyanî lê hate xwendin du posterên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Li qada ku bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin, welatiyan jî posterên Abdullah Ocalan rakirin. Dû re sînevîzyoneke ku qala gavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd di pêvajoyê de avêtine dikir hate nişandan. Piştî sînevîzyonê beşdaran dîsa dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.
‘Heke bi Serokê me kiribûna niha rewşa Tirkiyeyê cudatir bû’
Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê Hatîce Yaşar ewilî axivî. Hatîce Yaşar ku di destpêka axaftina xwe de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîla silav kir, merasîma şewitandina çekan bi bîr xist û wiha got: “Şewitandina çekan tê wê wateyê ku em êdî şer naxwazin. Dawiya şer tune ye. Xwîn bi xwînê nayê şûştin. Destê ku Serokatî dirêj kiriye divê li hewayî nemîne. Em xapandinê qebûl nakin û kes nikare me bixapîne. Heke bi Serokê me kiribûna niha rewşa Tirkiyeyê cudatir bû. Ji roja ku geriyalan çek şewitandine heta niha tu gav neavêtin. Gotin dê gerîla siyasete bikin lê rê li ber wê venekirin, girtiyên nexweş bernedan. Kes nikare Serokê me bixapîne. Em jî şagirtinê wî ne. Min du zarokên xwe winda kirin gora wan jî nîne. Xwezî parçeyek axê hebûya ku ez çûma ser. Bila dayîkên Tirkan jî destê aştiyê dirêj bikin û deng bidin dengê me. Bila tu kes nemire. Em naxwazin kes bimire. Ji roja tevgerê dest pê kiriye heta niha em li pey Serokê xwe û gerilayan e. Gotina Serok ji me re esas e. Divê dewlet li pey soza xwe be. Em dayîkên aştiyê tu car şer naxwazin ne tenê li welatê me bila li cîhanê jî nebe. Bila aştî were welatê me û hemû cîhanê. Em ji Serokê xwe û hêza xwe bi bawer in.”
Metna çapemeniyê ya bi zaravayê Kurmancî ya Kurdî aktîvîsta TJA’yê Çîmen Fîdan metna bi Tirkî jî rêveberê Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) Mele Emîn Ay xwend.
‘Bi vê manîfestoyê re îradeya çareseriya aştîyane û demokratîk hat ziman’
Çîmen Fîdan manifestoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de ji rayagiştî re parve kir bi bîr xist û wiha got: “Ev manifesto ne tenê daxuyaniyek bû; di heman demê de wek mîladeke herî girîng a sedsala dawîn ya Tirkiyeyê bû. Bi vê manîfestoyê re ji bo pirsgirêka Kurd a ku ev sed sal in didome, îradeya çareseriya aştîyane û demokratîk hat ziman.
’27ê Sibatê wêrektiya avakirina komara demokratîk e’
Bi wê rojê ve ne tenê pêvajoyekê dest pê kir; li dijî feraseta ku bêçareseriyê û pevçûnan esas digire, ji bo siyaseta demokratîk, jiyana hevpar û aştiya bi rûmet esas digire deriyên serdemeke nû vebû. Li hemberî armanca dewamkirina bar û dijberiyên serdemên borî, 27ê Sibatê; bi îradeya hevpar wêrektiya avakirina komara demokratîk e.
Perspektîfa dîrokî ya ku Rêber Abdullah Ocalan diyar kir, ji aliye Tevgera Azadiya Kurd ve bi awayekî erênî hat bersivandin û biryara xwe fesixkirinê û şewitandina çekan hat dayîn. Piştre jî di 11ê Tîrmehê de li Şikefta Casene ya Silêmaniyê bi merasîma şewitandina çekan ve, ji cîhanê re hat aşkerekirin ku; bi gavên pratîk ve li pişt vê biryarê tê sekinandin.”
‘Bi armanca pêşxistina pêvajoyê gavên herî bihêz hatin avêtin’
Çîmen Fîdan destnîşan kir ku şûna veşartin an jî binaxkirinê bi şewitandina çekan re Tevgera Azadiya Kurd di warê veguherîn û veguhestîna rêbazên têkoşîna xwe de îradeyeke şênber jî raxist li ber çavan û wiha berdewam kir: “Îro bi ser vê gava dîrokî ya ku di 11ê Tîrmehê de hat avêtin salek derbas bû. Di vê sala borî de, bi armanca pêşxistina pêvajoyê gavên herî bi hêz, bi biryardariyeke bi hêz ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd ve hatin avêtin. Bi vê yekê ve berpirsyariyeke dîrokî hat meşandin. Îradeya ku ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî derket holê, ji bo pêşxistina siyaseta demokratîk bûye qonaxeke dîrokî.”
‘Tevî gavên şênber ên hatine avêtin hêj jî ji aliye dewletê ve tu gav nehatine avêtin’
Çîmen Fîdan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê, li gel tevî van geşedanan, gavên şênber ku divê bên avêtin hêj jî ji aliyê dewletê ve nehatine avêtin. Ev yek jî li hember pêşketina pêvajoyê weke astengiya herî mezin cih digire. Ji bo çareseriya demokratîk pêk bê, di warê sazumankirina bingeha zagonî heya niha tu gav nehatin avêtin, zagona çarçoveyê ya ku wê ewlehiyên hiqûqî biparêze nehatiye amadekirin, her wiha gavên ku civak daxwaza wê dikin, neketine meriyetê.
Polîtîkayên xapandinê, derengkirinê pêvajoyê têk dibe
Pêvajoya aştiyê bi îradeyeke yek alî nameşe. Ji mînakên dîrokî jî tê fêmkirin ku; aştî encax bi sazkirina baweriya du alî, bi wêrektî û bi bingehên zagonî mumkun e. Polîtîkayên xapandinê, nêzîkatiya derengkirinê û nediyarî pêvajoyê têk dibe û di civakê de jî rê li ber bê baweriyê vedike.”
Çîmen Fîdan destnîşan kir ku êdî berpirsyariyeke dîrokî li benda Tirkiyeyê ye û wiha pê de çû: “Divê dewlet vê firsenda dîrokî heba neke û ji bo çareseriya demokratîk demildest gavên şênber ên zagonî û siyasî bavêje. Ji ber vê yekê jî, divê bi berfirehî qanûna çarçoveyê bê amadekirin, divê pêvajo li ser bingeha sazûmanî bê pêşxistin û ji bendewariya aştiyê ya civakê re jî bersiveke bi hêz bê dayîn.
Gavên ku Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd avêtin, îradeya ku nîşan dan, heke wek teslîmîyetê û poşmaniyê bê pênasekirin, ev yek wê dijberiya ruhê pêvajoyê bike, gelê Kurd jî bi tu awayî vê yekê qebûl nake.”
Çîmen Fîdan got ku “Em car din bine vê yekê xêz dikin; aktor sereke û rêbertiya vê pêvajoyê Rêber Abdullah Ocalan e!” û wiha domand: “Îradeya ku Rêber Abdullah Ocalan bi armanca bidawîkirina pevçûnên ku zêdetirî pêncî salane dewam dikin, dimeşîne, garantiya herî girîg a aştî û çareseriya mayîn de ye. Ji ber vê yekê; bidestxistina statuya siyasî û hiqûqî, avakirina şert û mercên ji bo bi awayekî azad bixebite divê tenê weke mafên takekesî neyên pênasekirin; ev yek ji bo mayîndekirina aştiyê pêdiviya herî girîng a siyasî û civakî ye.
‘Rêber Abdullah Ocalan zêdetirî çil rojan e nikare hevdîtinan pêk bîne’
Pêşeroja pêvajoyê raste rast bi sazkirina şert û mercên azad ên Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Di pêvajoya ku amadekariyên zagonî tên niqaşkirin de zêdetirî çil rojane Rêber Abdullah Ocalan nikare bi muxatabên xwe re hevdîtinan pêk bîne, ev yek ji aliyê gelê Kurd ve nayê qebûlkirin.”
Çîmen Fîdan axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em wek jin, ciwan û gelê Kurd car din îlan dikin ku; em, Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku perspektîfa têkoşînê û zîhniyeta bingehîn a pêvajoyê ye û îradeya çareseriyê ya Rêber Abdullah Ocalan esas digrin. Ji ber vê yekê jî; nêzikatiya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ji bo sedema herî bingehîn a têkoşînê ye. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 27ê Sibatê de destpêkir û di 11ê Tîrmehê de jî derbasî qonaxake dîrokî bû, bi xwe re rastiyeke civakî ku êdî jê nayê vegerandin afirand.
Êdî ji aliyê her kesî ve baş tê dîtin ku; pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên ewlehiyê çareser nabe. Ji xeynî siyaseta demokratîk tu rêyên çareseriyê nîne. Weke parazvanên aştî, demokrasî û jiyaneke wekhev a gelan, ji bo pêvajo bi serkeftinî bi encam bibe em ê têkoşîna xwe bi biryardarî bimeşînin. Ji bo dewlet berpirsyariya xwe bi cih bîne û gavên şênber bavêje, ji bo gavên hiqûqî û demokratîk demildest bên avêtin, em ê têkoşîna xwe ya civakî û siyasî mezintir bikin. Mezinkirina banga dîrokî ya 27ê Sibatê, xwedîderketina îradeya aştiyê ya 11ê Tîrmehê, mayîndekirina çareseriya demokratîk berpirsyariya hevpar a me hemûyan e!”
Dûre Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku herî dawî mafê axaftinê girt, di destpêka axaftina xwe de Dayika Aştiyê Bahar Bîlge ya ku jiyana xwe ji dest dabû bi bîr anî û got: “Pirsgirêka me pir giran e, me pir zehmetî kişand. Bahar Bîlge di vê têkoşînê de du neviyên xwe, du zarokên xwe û hevjînê xwe winda kir. Lê çi dibe bila bibe, ew dilsozê paradigmaya xwe ma û ramana xwe li her derê anî ziman. Bû dengê gelê Kurd. Ez bi rêzdarî wê bi bîr tînim. Bila zanibe ku em ferman didin û soz didin; gelê me dê azad bibe û di nava aştiyê de bijî.”
‘Merasîma şewitandina çekan yek ji gavên herî mezin e ku hatiye avêtin’
Çîgdem Kiliçgun Uçar wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dîroka 11’ê Tîrmehê li dijî polîtîkayên îmha û înkarê yên ku zêdetirî sed salan e tên meşandin, yek ji bersivên herî bihêz bû. Birêz Ocalan ji sala 1993’yan û vir ve dibêje ‘Ez ji bo aştiyê li muxatabekî digerim’ Merasîma şewitandina çekan yek ji gavên herî mezin e ku hatiye avêtin. Ji gerîlayê herî pîr heta gerîlayê herî ciwan, her kêliya ku ji derenceyan hatin xwarê, dîrok bixwe bû. Di destekî wan de çek hebû, di destê wan ê din de jî belgeyeke ku dixwestin bangawaziya Rêberê xwe pêk bînin hebû. Serkeftina tişta ku wekî her civak pêwîstiya me pê hebû, hat mîsoger kirin. Îro hûn nikarin kesek, dewletek an siyasetekê bibînin ku bikaribe Kurdan înkar bike. Hat gotin ku ‘Li cihê ku em înkarê bi dawî bikin, em ê bi siyaseta demokratîk têkoşîna xwe ya hebûnê bidomînin’. Ango soza meşandina têkoşîneke mezintir bi rêbaza têkoşînê ya guherî hat dayîn.”
‘Birêz Ocalan çi gotibe xiste meriyetê’
Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku tevî ku salek di ser merasîma şewitandina çekan re derbas bûye jî tu sozên ku ji aliyê dewletê ve hatine dayîn neketine pratîkê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bawer bikin ku ev gotin bi taybetî di çavê gelê Kurd de gotinên mirî ne. Ji vê saetê û pê de pêwîstî bi gotinan nîn e, pêwîstî bi gavên ku bên avêtin heye. Ji banga birêz Ocalan û vir ve çi gotibe xistiye meriyetê, bûye pratîk, di civakê de bersiv dîtiye û bûye navê aştiyê. Di vî welatî de Rêberekî din tune ye ku ji bo aştî, demokrasî, azadî û krîzan pêşniyarên çareseriyê pêşkêş bike. Lê di çapemenî û siyaseta vî welatî de hîn jî di çareseriya pirsgirêka Kurd de tu gotin û pratîkek tune ye. Çima em pirsgirêka Kurd di çareseriyekê de bi tenê bi kar naînin, çima em her dem di bin sîya desthilata partiyeke siyasî de nîqaş dikin? Em destûrê nadin vê yekê. Çareseriya pirsgirêka Kurd li ser hemû partiyên siyasî û hemû pirsgirêkên welat re ye, meseleyeke giran e. Ronakbîrên Tirkiyeyî û ronakbîrên Kurd heta îro ev pêvajo tenê temaşe kirin. Gava neavêtina dewletê nabe ku ji bo me bibe asteng, divê me veguherîne hêzê. Mîna wê hêza ku vîna şewitandina çekan derxistiye holê. Ger dewlet vê vînê nebîne, dê windahiyeke mezin bibîne. Di cihê ku evqas şer, krîzên siyasî û aborî û ferzkirina şer heye de; divê aştî were avakirin an bi dayîna diyarî ya çekan ji serokên ku tevlî NATO’yê bûne re peyam bên şandin? Em vê qebûl nakin, divê gel vê qebûl nekin. Gelo polîtîkayên şer ên vê welatî ne, an polîtîkayên aştî û demokratîk in?” Çîgdem Kiliçgun Uçar anî ziman ku aştî tenê nayê wateya bêdengkirina çekan û got: “Di nava vê aştiyê de hiqûq, edalet û yasa heye. Gelo ev hiqûq û edalet tenê ji bo Kurdan lazim e? Ev mesele meseleya Tirkiyeyê ye. Em bang li her kesê ku ji dûr ve lê dinêre û temaşe dike dikin ku di vê pêvajoyê de dest û gotina Birêz Ocalan bihz bikin. Mixabin ji bilî wî tu kes tune ye ku gotina aştî û çareseriyê bike.”
‘Destûr nadin ku tu hêz vîna aştî û çareseriyê ji destê me bigire’
Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser nîqaşên qanûna çarçoveyê û got: “Di vê serdemê de ku em evqas nêzî dawîkirina înkar û zilmê ya sed salî ne, me destûr neda û em destûr nadin ku tu hêz vîna aştî û çareseriyê ji destê me bigire. Pêwîst e hebûna PKKê ya di siyasetê de ku vîna danîna çekan nîşan daye, bê naskirin û qebûlkirin. Di zemînekî ku zemîna siyaseta demokratîk evqas bi hêz e de, kî hesabê çi dike? Qeyim hîn jî li cihê xwe ne. Hiqûqek ku pêvajoya aştiyê pê ve girêdayî be tune ye. Girtiyên nexweş, siyasetmedarên ku dîl hatine girtin û ewladên vî gelî yên ku ev 30 sal in di girtîgehê de ne, di heman rewşê de ne. Nêzî mehekê ye em bi DBP, DEM Partî û hemû saziyên welatparêz re hevdîtinên ‘Em gotina aştiyê bi gel re ava dikin’ pêk tînin. Tundî û şer windakarê aştiyê nîne, yên ku êşa şer kişandine dizanin ku aştî çiqasî hewcedariyeke lezgîn e. Yasayê ji bo kê derdixin, divê hûn bi wan re muzakere bikin û derxînin. Serekmuzakerevan Birêz Ocalan tam di navenda vê qanûnê de ye. Vîna ku çeka xwe şewitandiye tam di navenda vê de ye. Qanûna ku bêyî girtina ramanên wan bê derxistin, pûçkirina vê rêya ku hatiye meşandin e. Tiştê bingehîn ku dê bêşeriyê biparêze hiqûq e, yasa ye. Zanîna vê û nêzîkbûna li pêvajoyê tiştekî jiyanî û neçarî ye.”
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.







