Ji bo jinên Afgan kampanya hat destpêkirin

  • 11:42 26 Tîrmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera jinan a ‘Pencereya Hêviyê’ kampanyayek ji bo piştevaniya jinên Afgan da destpêkirin û banga têkoşîna li dijî binpêkirinên mafên mirovan û cudakariya zayendî kir.
 
Tevgera jinan a ‘Pencereya Hêviyê’ roja 25'ê Tîrmehê kampanyaya ‘Alîkariya Jinên Afgan’ da destpêkirin û bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo bidawîkirina cudakariya zayendî û binpêkirinên mafên mirovan ên berbelav li Afganistanê bikevin nava tevgerê.
 
Tevgerê diyar kir ku ev kampanya, ji dema vegera Talîban di 15'ê Tebaxa 2021'ê de ser desthilatê heta niha, bûye dengê bi milyonan jinên afgan ku ji mafên xwe yên wek perwerde, kar, azadî, ewlehî û beşdariya di qada giştî de bêpar mane.
 
Tevgera jinan a ‘Pencereya Hêviyê’ bi diruşmeya ‘Kuştina jinan rawestînin’, ‘Edalet, ne tolhildan’ û ‘Mafên jinan mafê mirovan e’, bang li Neteweyên Yekbûyî, hikûmetan, parlamentoyan, rêxistinên mafên mirovan û medyaya navneteweyî kir ku tev li kampanyayê bibin, dengê jinên Afgan biteyîsinin û ji bo hesabpirsîna Talîbanê û piştgiriya pratîkî ji bo jin û zarokên keç ên welat, bikevin nava tevgerê.