Akademîsyen Zeynep Kivilcim: Li cihê nijadperestî hebe aştî nabe
- 09:04 1 Îlon 2026
- Rojane
Melek Avci
ENQERE - Akademîsyen Zeynep Kivilcim, diyar kir ku divê koçber û penaberên ji ber şer û pevçûnan ji cih û warên xwe bûne di nîqaşên aşitiyê de cih bigirin û got ku nijadperestiya li dijî koçberan yek ji mezintirîn astengiyên li pêşiya aşitiya civakî ye. di berdewamiyê de ev tişt got: "Koçber û penaber di nîqaşa aşitiyê ya li Tirkiyeyê de xwedî roleke sereke ne. Li cihê ku nijadperestî hebe aştî nabe."
Şer û pevçûnên ku bi salan e li Rojhilata Navîn berdewam dikin, bûne sedem ku bi milyonan mirov jiyana xwe ji dest bidin û ji cih û warên xwe bibin. Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, hem ji bo aşitiya herêmê û hem jî ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd derfeteke girîng pêşkêş dike. Pêşketinên têkildarî statuya kurdan a li Sûriyeyê û her wiha mafên wan ên ziman, hemwelatîbûn û çandî çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên siyasî û demokratîk xurt dikin.
Lê di bidestxistina aşitiya civakî de pêwîstî bi tevlêkirina wan kesan heye ku hîn jî bi encamên şer re dijîn. Kesên ku neçar mane ji Tirkiyeyê koç bikin û her wiha koçber û penaberên ku ji ber şerên herêmî hatine Tirkiyeyê, rûbirûyê nijadperestî, tundî, hewldanên lînçkirinê û îstîsmarkirina kedê dibin. Ji ber vê yekê, gelek girîng e ku koçber û penaber jî wekî beşdarên çalak di Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk de cih bigirin.
Pispora hiqûqê û Akademîsyena ji bo Aşitiyê ku di sala 2016'an de ji Zanîngeha Stenbolê hatibû dûrxistin û neçar mabû kariyera xwe ya akademîk li derveyî welêt bidomîne, derbarê mijarê de nirxandin kir.
'Dema em behsa aştiyê dikin, divê em koçberan jî li ber çavan bigirin'
Zeynep Kivilcim diyar kir ku koçberî encameke sereke ya demên şer û pevçûnan e û got ku ev cure koçberî dikare hem di nav sînorên welatekî de û hem jî bi derbasbûna sînoran de pêk were. Zeynep Kivilcim wiha dirêjî dayê: "Tirkiye di her du waran de jî van encamên şer ji nêz ve nas dike. Kesên ku ji ber rewşa şer a bi dehsalan e li Tirkiyeyê berdewam dike koçber bûne û her wiha kesên ku di vê pêvajoya pevçûnê de ji aliyê dewletê ve bi zorê hatine koçberkirin, hene. Wekî din, di çarçoveya navneteweyî de, piraniya zêde ya kesên ku ji ber pevçûnên ji herêmê koçber bûne, niha li Tirkiyeyê ne. Herçend qanûnên li Tirkiyeyê wan wekî 'penaber' pênase nekin jî li gorî hiqûqa navneteweyî ew wekî penaber têne hesibandin. Lewma, em dikarin bibêjin ku mezintirîn nifûsa penaberan a cîhanê niha li Tirkiyeyê ye. Em vê yekê tenê li ser bingeha kesên qeydkirî dizanin; kesên ku nehatine qeydkirin jî hene. Ji ber vê yekê, wekî gelên Tirkiyeyê, dema em behsa aştî an şer dikin, divê em bêguman koçber û penaberên ku di nava me de ne li ber çavan bigirin.."
'Nijadperestî dijminê herî mezin ê aştiyê ye'
Zeynep Kivilcim, destnîşan kir ku li dijî koçber û penaberan cudakariyeke tund heye û got: "Divê em bi rastî navê wê lê bikin: ev nijadperestî ye. Sedem jî ew e ku cudakarî tenê bi heqaretên devkî sînordar namîne; koçber û penaber bûne armancên nû û bijarte yên 'çanda lînçkirinê' ku em li Tirkiyeyê vê yekê pir baş nas dikin û ev yek dibe sedema êrîşên fîzîkî û heta mirinê jî. Kesên ku vê nijadperestiyê dikin, ne tenê ew kes in ku xwe wekî 'rastgir' an neteweperest didin nasîn. Mixabin, hestên dijî koçberan niha ew taybetmendiya hevpar e ku hemû civakên cihêreng ên li Tirkiyeyê dijîn, bi hev ve girê dide. Çi em xwe wekî çepgir, elewî, kurd an tirk bi nav bikin jî em hemû di vê nijadperestiyê de li hev civiyane. Ev rewşeke tirsnak e. Em dibînin ku karkerên koçber li kanên madenê bi zindî tên şewitandin û em dibînin ku bi hincetên cihêreng hewldanên rastîn ên lînçkirin û komkujiya li dijî taxên koçber û penaberan pêk tên ku ??tê de dikan û mal tên talankirin. Em dizanin ku ev hest çiqas xeternak û jehrî ne. Ev rewşa nijadperestiya li dijî koçberan ku ??li hemû beşên civaka Tirkiyeyê wekî tiştekî normal tê dîtin–dijminê herî mezin ê aştiyê ye. Li cihê ku nijadperestî hebe, aştî pêk nayê."
'Bêyî edaletê aştî nabe'
Zeynep Kivilcim balkişan ser girîngiya parvekirina tecrûbeyên derbarê awayê avakirina aştiyê piştî pevçûnan de û got: "Divê sûcên ku di dema pevçûnan de hatine kirin bêceza nemînin. Bi gotineke din, bêyî edaletê aştî ne pêkan e. Mînak behsa vegerandina wan kesên li karên wan dikin. Lêbelê, ji wê wêdetir, sûcên giran hene ku bi dehan salan in hatine kirin. Divê ev ev sûc bêceza nemînin. Em li vir ne tenê behsa hiqûqa cezayî dikin; gelek tiştên din jî pêwîst in. Mafê gihîştina rastiyê heye. Divê rastiya derbarê sûcên hatine kirin de derkeve holê. Divê ev ne tiştek be ku em tenê dema baskên cuda yên di nava derdorên desthilatdar de bi hev dikevin, hêviya wê dikin. Pêwîst e rastiya li pişt sûcên hovane were eşkerekirin. wekî ku em, di mînaka, doza Gülistan Doku de dibînin.' Divê em bi awayekî kolektîf aştiyê ava bikin; bi misogerkirina edaletê, bi rê nedana sûc,, bi dayîna derfeta mafê axaftinê ji bo koçber û penaberan, da ku ew bikaribin wekî beşdarên çalak li ser navê xwe biaxivin. Rengê zayendî jî pir girîng e. Çawa ku şer xwediyê taybetmendiyeke têkildarî zayendê ye, aştî jî wisa ye. Ji ber ku barê avakirina aştiyê dê bi giranî bikeve ser milên me, ez bawer dikim ku divê em dengê xwe hê bêtir bidin bihîstin."










