Li Rezan li dijî hişbir û fihûşê daxuyanî

  • 21:28 4 Îlon 2026
  • Rojane
AMED - Şaredariya Rezanê, GÎB-DER û Platforma Şiyar Be derbarê hişbir û fihûşê de li ber Salona Werzîşê a Şaredariya Rezanê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Ji bo civakeke exlaqî û politîk û ji bo heqîqet û jiyana azad em dibêjin rabin”
 
Şaredariya Rezanê, Komeleya Ji Bo Pêşerojê Em Li Vir in(GÎB-DER) û Platforma Şiyar Be têkîldarî hişbir û fihûşê li ber Salona Werzîşê ya Şaredariya Rezanê daxuyanî dane çapemeniyê. Endam û nûnerên Platforma Şiyar Be, endamên GÎB-DERê, xebatkarên şaredariya Rezanê û gelek kes di daxuyaniyê de cih girtin. Di daxuyaniyê de pankartên li ser “Ciwan ne ber bi jehrê, ber bi pêşerojê ve direvin” û “Kolan a werzîşvanan, paşeroj a ciwanan e” hat vekirin.
 
‘Civak, kombûna wijdana hevpar, keda hevpar û lêgerîna heqîqeta hevpar e’
 
Metna daxuyaniyê bi Tirkî Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz xwend. Leyla Ayaz diyar kir ku mîna gelek cihên li cîhanê, li Amedê jî bi taybetî li taxên feqîr ên Rezanê, bi rêbazên şerê taybet kesayetiya ciwan, jin û civakê tê hedefgirtin û wiha axivî: “Ji ber ku civak, kombûna wijdanê hevpar, keda hevpar û lêgerîna heqîqeta hevpar e. Civakeke exlaqî û politîk di dijberiya berjewendiyên dewlet, sermaye û serdestan de ye. Gelek sal in em dizanin û me tecrûbe kiriye ku şerê bingehîn li ser xirabkirin, rizandin û ji holê rakirina exlaq û wateya civakê tê meşandin.”
 
‘Tê xwestin ku civak ji heqîqeta xwe bê dûrxistin’
 
Leyla Ayaz da zanîn ku tenê yek armanca wan êrîşên ku bi awayê girêdayîbûna tiryakê, fuhûş û qumarê ku mirovan ji cewherê wan dûr dixe derdikevin holê heye, ew jî teslîmgirtina civakê ye û wiha pê de çû: “Ji bo vê yekê, pêşî cîhana wateyê ya mirov tê hedefgirtin, wijdanê wî tê kor kirin, îradeya wî tê lawazkirin û tê xwestin ku civak ji heqîqeta xwe bê dûrxistin. Mirovê ku ji xwe re xerîb dibe, ji civaka xwe re jî xerîb dibe. Ji ber vê yekê têkoşîna ku li dijî girêdayîbûna madeyan, fuhûş, qumar û her cureyên rizîbunê tê meşandin, ne tenê parastina kesane, têkoşîna parastina hebûna exlaqî û politîk a civakê ye.”
 
‘Ji bo civakeke exlaqî û politîk em dibêjin rabin’
 
Herî dawî Leyla Ayaz dest nîşan kir ku weke Klûba Sporê ya Şaredariya Rezanê, biryar girtine ku ji îro pê ve pêngava Rabin a ku ji aliyê platforma rêxistina sivîl a demokratîk Şiyar Be hatiye destpêkirin, xurt bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em armanc dikin ku li tax û kuçeyên Rezanê sporê weke amûrekî li dijî bikaranîna madeyan bi kar bînin, têkoşînê bidomînin û pêngava rabin mezin bikin. Îro em dibêjin rabin. Li ser vê bingehê em weke Klûba Sporê ya Şaredariya Rezanê, ciwanan, jinan, malbatan, saziyên demokratîk, rewşenbîran, werzişvanan, hunermendan û hemû beşên xwedî wijdan û gelê xwe vedixwînin ku em vê têkoşînê bi hev re mezin bikin. Ji bo civakeke exlaqî û politîk û ji bo heqîqet û jiyana azad em dibêjin rabin.”