Li Esenyurtê pakrawanên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn

  • 15:55 20 Îlon 2026
  • Rojane
STENBOL - Li navçeya Esenyurt a Stenbolê, ji bo şehîdên ku di dem û cihên cuda de di nava têkoşîna azadiyê ya Kurd de şehîd bûn, bernameya bîranînê hate lidarxistin.
 
Di bîranînê de ku bi pêşengiya MEBYA-DER'ê hate lidarxistin Îzzettîn Tuş (Cemîl Wan), Melîk Firat Seven (Ciwan Serhed), Reşat Bozyîtîg (Dîren Amed) û Ersîn Seven (Argeş Întîkam) hatin bîranîn.
 
Malbatên şehîdan, nûnerên partiyên siyasî û gelek kes beşdarî bernameyê bûn. Di bernameyê de pankarta bi nivîsa "Şehîdên me rûmeta me ne" hate daliqandin û dirûşma "Şehîd namirin" hate berzkirin.
 
Di çalakiyê de ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, sînevîzyon hate nîşandan. 
 
Bername piştî xwendina duayan bi dawî bû.