Ji bo edalet û bîrê nobet dest pê dike

  • 10:35 5 Cotmeh 2026
  • Rojane
AMED - Endama Komeleya Jinan a Rosayê Rûşen Yakut, diyar kir ku kuştina jinan gihîştiye asta "qirkirinê" û banga tevlibûna çalakiya nobetê ya "Edalet û bîrê" kir ku ew ê sibê li dijî zîhniyeta serdest a mêr bidin destpêkirin.
 
Her ku kuştina jinan û tundiya mêran digihîje asta qirkirina jinan, rêxistinên jinan torên xwe yên têkoşîn û piştevaniyê berfirehtir dikin. Tora Pêşîlêgirtina Tundiyê ya li Amedê diyar kir ku kuştina jinan nayê wateya bûyerên ji hev qutbûyî û ragihand ku ew ê ji bo dijberiya mekanîzmayên tundiyê yên ku ji hêla pergala serdest a mêr ve têne afirandin, nobeta "edalet û bîrê" bidin destpêkirin. Bi vê nobeda ku tê plankirin di 6'ê Cotmehê dest pê bike û dê deh hefteyan her roja Sêşemê saet 12:30'yê li pêşiya Edliyeya Amedê were lidarxistin, armanc dike ku piştrast bike  jinên hatine kuştin ne tenê bi mirina xwe, lê her wiha bi nav, jiyan û çîrokên xwe jî werin bibîranîn.
 
Endama Komeleya Jinan a Rosayê Rûşen Yakut, derbarê nobeta dê sibe dest pê bike de axivî. 
 
'Kuştina jinan gihîştiye asta qirkirinê'
 
Ruşen Yakut bi gotina ku kuştina jinan nayê wateya bûyerên ji hev qutbûyî û  wiha got: "Tundiya zêde ya li dijî jinan û kuştina jinan niha gihîştiye asta qirkirinê. Ne pêkan e ku sedema bingehîn a van kuştinan tenê bi çavkaniyeke yekane ve were girêdan. Mîlîtarîzma netewdewletê ku ji hêla pergala serdest a mêr ve tê xwedîkirin, ligel polîtîkayên neteweperest û ewlehiyê û her wiha polîtîkayên aborî û siyasî ku  hemû bi hev ve girêdayî ne; hêza xwe ji zîhniyeta serdest a mêr digirin. Ev bi temamî mijareke zîhniyetê ye. Wekî ku tevgera jinan ji destpêkê ve aniye ziman, divê ev zîhniyet biguhere. Girêdana van bûyeran tenê bi polîtîkayên bêcezahiştinê re jî dê ne bes be. Hêmana bingehîn a ku bêcezahiştinê xurt dike, di rastiyê de zîhniyeta serdest a mêr e. Ji ber vê yekê, divê em kuştina jinan tenê wekî koma bûyerên ji hev qutbûyî nebînin."
 
‘Pergala serdest ya mêran jiyana jinan kontrol dike’
 
Ruşen Yakut, anî ziman ku tundiya li dijî jinan ne tenê bi mijarên takekesî ve sînordar e û wiha berdewam kir: “Divê mirov redkirina îradeya jinan a ji bo veqetîn an hevberdanê ji aliyê pergala baviksalarî ve, nebûna mekanîzmayên çavdêriyê yên ji bo pêşîlêgirtina zilm û tundiyê, tundiya nav malê, hêsaniya gihîştina çekan û bicihneanîna biryarên parastinê, wekî beşek ji vê tabloya berfireh bibîne. Her wiha, di gelek rewşan de lêkolînên bi bandor nayên kirin. Tundiya li dijî jinan pir caran ji aliyê kesên herî nêzîkî wan ve tê kirin. Lê belê, ew tenê bi wê jina ku rastî tundiyê hatiye re sînordar namîne; ew li tevahiya civakê belav dibe û ji bo hemû jinan atmosfereke tirsê diafirîne. Ev tundî û kuştin vediguherin mekanîzmayeke kontrolê ku destwerdanê li her aliyekî jiyana jinan dike.” 
 
‘Divê em têkoşîna jinan veguherînin tevgereke domdar û berdewam’
 
Ruşen Yakut, diyar kir ku pêwîst e rêxistinên jinan li dijî hevgirtina rêxistinkirî ya zîhniyeta serdestiya mêran, eniyeke têkoşînê ya yekbûyî ava bikin
 û got: “Zîhniyeta serdestiya mêran dikare pir zû xwe rêxistin bike û hevgirtinê ava bike; ew pêkhateyekê diafirîne ku tê de mêr hevdu diparêzin, piştgiriyê didin hev û pişta hev digirin. Ev însiyatîf girîng e ji ber ku xeteke têkoşînê ava dike ku vê hevgirtinê têk dibe. Ji ber vê yekê, ez bi xwe wê pir biqîmet û girîng dibînim û hêvî dikim ku ew hîn zêdetir mezin bibe. Fikra vê bernameyê û çalakiya nobetê ji hatina cem hev a rêxistinên jinan ên ku ji bo têkoşîna li dijî tundiyê dixebitin, derket holê. Herçend piştî kuştina jinekê daxuyanî tên dayîn û meş tên lidarxistin jî, ev çalakî gelek caran bi bûyerên demkî û yekcarî re sînordar dimînin. Em bawer dikin ku divê em vê yekê veguherînin cureyeke din a têkoşînê, têkoşîneke domdar û berdewam. Di heman demê de, divê em bîreke kolektîf a wan serpêhatiyên ku jinan jiyane, ava bikin."
 
'Em ê nehêlin ku kuştina jinan tenê wekî hejmar bimîne'
 
Ruşen Yakut diyar kir ku daxwaza edaletê ne tenê bi cezakirina sûcdaran ve sînordar e û got: "Îtiraza me ya bingehîn li vir li dijî pergala serdestiya mêr û mekanîzmayên tundiyê yên ku ji hêla wê pergalê ve hatine afirandin e. Em armanc dikin ku bi damezrandina pergaleke nobetê, avakirina bîreke kolektîf û pêşxistina xetek têkoşînê, vê îtirazê bidomînin. Nobet dê ji roja Sêşemê, 6'ê Cotmehê pê ve, her Sêşemê saet di 12:30'an de li ber avahiya dadgehê pêk were. Bi parvekirina çîroka jineke  her hefte, em dixwazin bi bîra her kesî ve bînin ku ew kesayetiyeke xwedî îrade û hebûna xwe bûn. Jixwe, di qonaxeke diyarkirî de, jinên ku tên kuştin an jî tundî li wan tê kirin gelek caran tenê vediguherin hejmarên istatitîkî Navê jinê, jiyana wê, xeyalên wê yên ji bo pêşerojê û dîroka tundiya ku ew anîbû wê kêliyê, pir caran winda dibin û nayên dîtin. Daxwaza me ya edaletê ne tenê bi cezakirina sûcdar ve sînordar e. Gelo berê li wê jinê tundî hatibû kirin? Gelo wê li cihekî daxwaza parastinê kiribû,û eger wisa bûya, çima nehat parastin? Divê ev pirs werin pirsîn û bersivên wan bên eşkerekirin."
 
'Ne jiyana jinan mirina wan tê bibîranîn'
 
Ruşen Yakut, anî ziman ku divê mirinên bi guman ên jinan bi rêya lêkolînên bi bandor werin zelalkirin û got: "Pirsgirêke din a ku em li dijî wê derdikevin, mijara mirinên bi guman ên jinan e. Nayê qebûlkirin ku ev mirin ji destpêkê ve bi hincetên wekî xwekuştin, qeza, ketin an xeniqînê werin girtin, bêyî ku lêkolîneke bi bandor were kirin. Divê mirina jinekê neyê kêmkirin bo dosyeyeke ku li ser bingeha texmînên zîhniyeta serdestiya mêr tê girtin. Mijara bingehîn li vir bîr e. Kuştin, qetilkirin an îstîsmarkirina jinan tenê bi hejmaran sînordar dimîne. Em dixwazin dawî li vê yekê bînin. Ew jin hebûn; ew jin em bûn û em ê hebin jî. Ya ku em li dijî wê derdikevin ev e. Lê jin tenê bi kuştina xwe tên bîranîn û em li dijî vê derdikevin."
 
‘Em ê çalakiya nobetê ya ji bo mafê jinan ê jiyanê berfireh bikin’
 
Ruşen Yakut, got ku çalakiya nobetê ya li dijî kuştina jinan tê destpêkirin qadeke hevpar a têkoşînê temsîl dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi vê armancê, em dixwazin nobeteke heftane pêk bînin ku tê de em jinên hatine qetilkirin bi bîr bînin  û ne tenê mirina wan, lê her wiha jiyan, nav û çîrokên wan jî bi rêz û hurmet bi bîr bînin. Em bi vê nobedê armanc dikin ku rêxistinên jinan, komên ku di warê hiqûq û mafan de kar dikin û saziyên demokratîk dikarin bi hev re dengê xwe bilind bikin. Çimkî kuştina jinan û mirinên bi guman ên jinan, ne tenê jinan, lê tevahiya civakê eleqedar dikin. Banga me ji bo tevahiya civakê û wijdanê hevpar e. Em bang li tevahiya civakê dikin ku xwedî li vê nobetê derkevin, wê berfireh bikin û tevlî vê têkoşîna parastina mafê jinan ê jiyanê bibin.”