Jin tevli Forûma BELFOR’ê bûn

  • 08:47 17 Nîsan 2026
  • Çand û Huner
AMED - Forûma Şaredariyan a bi navê BELFOR ku ji aliyê Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê ve tê organîzekirin, bi malovaniya wan li Enqereyê dest pê kir. Di vê forûmê de xebatên şaredariyan ên ku bi awayekî afirîner û bi bandor pêdiviyên civakê bi cih tînin, tên nasandin û wekî mînak tên pêşkêşkirin.
 
Di nav xebatên ku hatin hilbijartin de, Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a Peyasê ya girêdayî Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê, wekî mînaka herî baş, serkeftî û hilbijartî hate destnîşankirin û qebûlkirin.
 
Alîkarên Hevşaredarên Şaredariya Peyasê û xebatkarên Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan, di forûmê de pêşkêşiyek taybet kirin. Wan bi hûrgilî agahî derbarê armanc, xebat û bandora pirtûkxaneyê ya ku bi taybetî li ser berhemên jinan disekine dan.
 
Ev pirtûkxaneya ku tenê ne cihê xwendinê ye û bûye navendeke girîng a parastin û belavkirina zanyariyên derbarê dîrok, ked û têkoşîna jinan, bala beşdarên foruma BELFOR’ê kişand serxwe. Hilbijartina Pirtûkxaneya Berhemên Jinan di forûma navneteweyî ya BELFOR’ê de, wekî nîşana xebatên serkeftî ya jinan hate dîtin û qebûlkirin.