Pêşangeha Pirtûkan a Amedê di roja duyemîn de didome

  • 16:05 27 Îlon 2026
  • Çand û Huner
AMED - 10'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê di roja xwe ya duyemîn de bi eleqeyeke mezin dewam kir.
 
10'emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê TUYAP'ê bi hevkariya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê (DTSO) a Amedê û Yeketiya Weşangerên Tirkiyeyê tê lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de li Navenda Fûar û Kongreyê a Navneteweyî ya Mezopotamyayê dewam dike. Roja duyemîn a pêşangeha ku dê heta 4’ê Cotmehê berdewam bike, bi beşdarî û eleqeyeke xurt dest pê kir. Xwînêran eleqeyeke mezin nîşanî weşanxaneyên Kurdî dan.
 
Ligel xwînêrên ku ji bajêr û navçeyên din hatibûn, gelek nivîskar û helbestvan jî beşdarî pêşangehê bûn.