Piştî nûçeya me bersûc hat binçavkirin
- 14:40 23 Îlon 2026
- Hiqûq
AMED – Piştî eşkerekirina hewldana Fahri Aktan a tecawiza li zarok a li medreseyeke navçeyeke Amediyê, hat hînbûn ku sûcdar duh bi şev hatiye binçavkirin.
Me dîmenê ku Fahri Aktan ê li medreseyek li navçeyek Amedê dixebite û hewl dide tecawizî zarok bike, bi dest xist. Di dîmenê me duh bi dest xist de, Fahri Aktan hewl dide tecawizî zarok bike û li ser bûyera ku me eşkere kir lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Hat hînbûn ku sûcdar hewl daye bireve, lê duh bi şev di serdegirtina polîsan a li mala wî de hatiye binçavkirin.







