NY’yê qedexeyên li ser jinên li Efganistanê şermezar kir
- 16:13 6 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Jinan a Neteweyên Yekbûyî ‘UN Women’ sînorkirinên zêde yên li ser jinan ku li Efganistanê derdikevin pêş, şermezar kir û tekez kir ku divê civaka navneteweyî ferzkirina şêwazên jiyanê yan jî pratîkan li ser jinan red bike.
Desteya Jinan a Neteweyên Yekbûyî ‘UN Women’ bi rêya peyamekê ku li ser hesabê platforma X hatiye weşandin, redkirina xwe ya li hember tundkirina sînordarkirinên li ser jinan nîşan da. Desteyê bang li civaka navnetewî kir ku ji ferzkirina şêwazên jiyanê yên bi taybetî li ser jinan an jî destwerdana li awayê cil û bergên wan an jî îfadekirina hestên wan, dûr bisekinin.
Banga ‘Zextê li jinan nekin’
Desteyê tekez kir ku divê şêwazê jiyana jinan nekeve bin zext an kontrola derveyî û divê rêz li mafê wan ê biryardana serbixwe were girtin.
Ji dema ku Talîban li Efganistanê vegeriya ser desthilatê şûnde, jin û keç ji mafên xwe yên bingehîn ku di nav de mafê perwerde, kar û hilbijartina cil û bergan hene, bêpar mane.
Bi tohmetên ‘neguncawtiyê’ jin tên girtin
Li gorî raporên belgekirî yên Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî li Efganistanê (UNAMA), hêzên Talîbanê gelek caran jin û keç ji ber "neguncawiyê" bi pîvanên diyarkirî yên ji bo veşartina rûyên xwe girtine û di hin rewşan de ew girtine û avêtine zîndanê.
Qeyd û bend di qada giştî de li ser dengê jinan tên ferzkirin
Her wiha, li gorî qanûna wan a bi navê "fermankirina tiştên baş û qedexekirina tiştên xirab" tê zanîn, dengên jinan li qadên giştî wekî "Ewrat" tên hesibandin. Bi vî awayî jî, sînordarkirin li ser hebûn û derbirîna wan a civakî tên danîn.
Efganistan wekî goristana mafên mirovan e
Ev xwepêşandanên li dijî rewşa nemirovane ya jinan li Efganistanê zêde dibin. Di heman demê de Rêxistina Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî di van demên dawî de, diyar kir ku biryarnameyên ku ji hêla serdestan ve hatine dayîn bandorek wêranker li ser jiyana mirovan, bi taybetî jinan, kiriye. Rêxistinê Efganistan wekî ‘goristana mafên mirovan’ bi nav kir.







