HRANA: Li Rojhilat û Îranê 319 kes hatin binçavkirin
- 16:14 6 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - HRANA ragihand ku di çarçoveyê zextên li ser welatiyan de îro li bjarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê 319 welatî hatin binçavkirin.
Zext, girtin, darvekirin û binçavkirinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin. Rêxistina Mafê Mirovan ya HRANAyê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê 319 welatî bê biryara dadwer, ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hatine binçavkirin. Hate gotin ku di dema binçavkirinê de tundî hatiye bikaranîn.
Li gorî daxuyaniyê ew kes bi hinceta belavkirina “nûçeyên ne rast, têkdana raya giştî û wêne kêşana cihên hatine bombebarankirin” hatine binçavkirin û heya niha jî çarenûsa wan nayê zanîn.
Li gorî heman çavkaniyê ev welatî hemû jî li bajarên Tahran, Xuzistan, Meraxe, Luristan, Buşeir, Xorasan, Rezewî, Faris û Urmiyeyê hatine binçavkirin.







