Şaredara Kobanê Almaz Romî dest bi peywira xwe kir

  • 20:08 9 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredara Kobanê Almaz Romî bi amadebûna cîgirê serokatiya şaredariyê Ebdulxenî Muslim û endamên Meclisa Rêveber a Şaredariyê dest bi peywira xwe kir.
 
Beriya çend rojan şandeyek ji Rêveberiya Kobanê û hin kesayetên siyasî serdana parêzgeha Helebê kir, di wê serdanê de Almaz Romî weke Şaredara Kobanê ji hêla Parêzgarê Helebê Ezam Xerîb ve bi awayekî fermî hat tayînkirin.
 
Bi amadebûna şandeyek ji hikumeta demkî ya ji parêzgeha Helebê, endamên Meclisa Rêveber a Şaredariya Kobanê û nûnerên ji Rêveberiya Kobanê Almaz Romî erkên xwe yên Serokatiya Şaredariya bajarê Kobanê wergirtin û Muslim Ebdulxenî jî wek cîgirê wê hat tayînkirin.
 
Piştî merasîma wergirtinê, Şaredara Kobanê Almaz Romî li pêş avahiya Şaredariya Gel a bajarê Kobanê axivî û got: “Li gorî tedbîrên peymana 29ê Çileyê, wê saziyên bi saziyên hikumetê re entegre bibin. Me îro li Kobanê proseya entegrasyona saziyên Şaredariya Kobanê li nava Şaredariya Giştî ya Gel dest pê kir. Ji bo vê yekê me beriya 2 rojan civînek bi Parêzgarê Helebê re li dar xist û wek Şaredara Kobanê hatim erkdarkirin. Me îro erkên xwe weke Şaredara Kobanê wergirtin, me Meclisa Rêveber a Şaredariya Kobanê ava kir, da ku em wek tîmekê xebatên herî baş pêşkêşî gelê xwe bikin. Em wêneyekî baş û xweşiktir pêşkêş bikin, her tim di xizmetî gelê xwe de bin û pêdiviyên wan tevahî pêk bînin.”
 
Endamên Meclisê ev in; Mehmûd Remî, Osman Mistefa Mihemed, Yara Bozan Ebdî, Narîn Boz û Ehmed Mihemed Şêxo.