Pêşmergeyek jin jiyana xwe ji dest da
- 10:27 15 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Pêşmergeya Komala Xezal Moleyî ya ku di êrişa Îranê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.
Pêşmergeya bi navê Xezal Moleyî ku di êrişa drona xwekuj ya li Sûrdaşê ya ser bi Silêmaniyê de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da.
Di saetên êvarî de bi dronekên xwekuj êrişî Sûrdaş ya ser bi Silêmanî û Xelîfan û Koye ya ser bi Hewlêrê yên Başûrê Kurdistanê hatibû kirin.
Di êrişa ser Kampa Sûrdaşê de 3 kes birîndar bibûn. Hate ragihandin pêşmergeya bi navê Xezal Moleyî (20) ya birîndar bibû, jiyana xwe ji dest daye. Xezal Moleyî salek bû pêşmergeya Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê bû.
Têkildarî mijarê Rêveberiya Komîteya Navendî ya Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ev êrişa terorîstî belgeyeke din a Komela Îslamî ya Îranê ji bo parastina desthilata xwe tu sînoran ji bo kuştin û bêdengkirina xelkê têkoşer nas nake.







