Koçbera ji Serêkaniyê: Em vegerek bi ewle dixwazin

  • 09:09 17 Nîsan 2026
  • Rojane
Jiyan Gencan
 
HESEKÊ - Şêxa Hemê Xelîl ku koçbera ji Serêkaniyê ye 7 sal in bi hêviya vegere bajarê xwe dijî. Şêxa Hemê Xelîl got,"Baweriya me heye ku em vegerin, lê vegerek me hebe divê bi ewle be."
 
Di sala 2019'an de bajarê Serêkani yê ji aliyê dewleta tirk û hêzên girêdayî wan ve hat dagirkirin. Bi hezaran şêniyên bajêr ji ber şer û dagirkeriyê ji cîh û warên xwe koçber bûn. Niha 75 hezar koçber li kampan dimînin. Şêxa Hemê Xelîl jî yek ji koçberên Serêkaniyê ye. Şêxa Hemê Xelîl ji ajansa me re bahsa  koçberiya xwe ya 7 salan kir.   
 
Şêxa Hemê Xelîl di destpêka axaftinê xwe de bahsa derketina ji Serêkaniyê kir û got: " Di sala 2019'an de em ji Serêkaniyê koçber bûn. Ew 7 salên me ye em li Bajarê Hesekê di kampa Serêkaniyê de dimînin. Li kampê em gelek zahmetî dikişînin. Em têdikoşin ku em karibin vegerin Serêkaniyê. Em dixwazin ku rojek berî rojekê vegerin  cîh û warê xwe."
 
'Em vegerek bi rûmet li cîh û warê xwe dixwazin'
 
Şêxa Hemê Xelîl diyar kir ku ew vegerek bi ewle dixwazin û wiha anî ziman: " Em vegerek bi rûmet li cîh û warên xwe dixwazin. Koçberbuna me ji ber kar û xebatên me ye. Eger vegerek me hebe divê hêzên me yên parastina cewherî jî hebin, ya na wekî din em  vegerê qebul nekin. Ji ber ku divê wekî civak parastina me hebe. Heta çeteyên Serêkaniyê malên me vala nekin em neçin Serêkaniyê. Em dixwazin bi serbilindî vegerin warê xwe."
 
'Em li kampan zahmetiyê dikêşin'
 
Şêxa Hemê Xelîl anî ziman ku jiyana di nava kampan de gelek zahmet e û wiha got: " Em li kampan zahmetiyê dikêşin. Di zivistanî em gelek dicemidin û çadirên me riziya ne, di havînî de jî ji germa em nikarin di bin çadiran de bimînin. Ew 7 salên me ne em di wê rewşê de ne.  Alîkarî tê kirin lê têrê nake. Em wekî şêniyên Serêkaniyê ji bo vegera li warê xwe li ber xwe didin. "
 
Şêxa Hemê Xelîl zahmetiyên ku jin û zarok dikêşin jî bi van gotinan anî ziman: " Jin ji bo debara mala xwe bikin bi gelek zahmetiyan re rû bi rû dimînin. Zarok jî di warê tenduristiyê de zahmetiyan dikşînin. Gelek nexweşî di nava kampê de hene. Her wiha zarok nikarin perwerdeya xwe bi  bidin meşandin. Dibistan h heye lê kêm û ne têrkere. Di rewşa koçberiyê de û di rewşa kampan de zarok ji xwendina xwe bêpar dimînin."
 
'Baweriya me heye ku em vegerin'
 
Şêxa Hemê Xelîl anî ziman ku ew bi hevî ne di demek nêz de vegerin warên xwe û got: " Baweriya me heye ku em vegerin, lê vegerek me hebe divê bi ewle be. Bê parastin em naxwazin biçin û dîsan bên qetilkirin. Divê mala me hebe ku em bikaribin lê rûnên. Em dixwazin ku li ser axa xwe li warê xwe bijîn. Dema ku em vegerin divê çete ne li wê bin vê qebul nakin, em naxwazin bindest bijîn."
 
'Emê heya dawî li berxwe bidin'
 
Şêxa Hemê Xelîl diyar kir ku ew li benda agahiya vegerê ne û wiha bi dawî kir: " Banga me ji bo hemû kesî ye em vegerek bi ewle dixwazin. Tenê daxwaza me ew e ku em li warê xwe bijîn. Maln me hatibin wêrankirin jî ne xwem e. Emê biçin ava bikin. Em ji bo doza xwe li ber xwe didin û têkoşînê dikin. Heta dlopek xwîn di laşê me de hebe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Me şêniyê Serêkaniyê gelek zahmetî ditine. Lê em ê heta dawî li berxwe bidin. Tenê bila vegerek me ya bi ewle hebe."