Li Şirnexê mêrê ku destdirêjî li zarok kir hat girtin

  • 17:59 29 Nîsan 2026
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Şirnexê Abdulkerîm Gok ku destdirêjî li zarokekê kir hat girtin.
 
Li Şirnexê duh şev, zarokek dema ji dersxaneyê derket ji aliyê Abdulkerîm Gok ve rastî tacîza zayendî hat. Piştî malbata zarok hate agahdarkirin, polîs çûn cihê bûyerê û Abdulkerîm Gok binçav kirin. Abdulkerîm Gok ê ku sewqî edliyeyê hate kirin, hate girtin û birin girtîgehê.