Di Festîvala Şanoyê ya Amedê de hunera vehewîn hat axaftin

  • 19:04 25 Nîsan 2026
  • Çand û Huner
AMED - Di roja çaremîn a 11’emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê de, de di sohbetên hatin kirin de hêza şanoyê ya guhartinê û pratîkên hilberîna vehewîn hatin nîqaşkirin.
 
11’emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, di roja çaremîn de mêvandariya navên girîng ên cîhana şanoyê kir. Li sohbetên ku derhênera alman Gisela Höhne û derhênera swîsrî Anina Jendreyko beşdar bûn, rola hunerê ya di guhartina civakî de, vehewîn û têgihîştina hilberîna azad bi temaşevanan re hatin parvekirin.
 
Rêwîtiyeke ku şanoyê diguherîne
 
Derhênera şanoyê ya Alman Gisela Hohne di sohbeta xwe ya bi sernavê “Bi Rêbazeke Cûda Şanoçêkirin” de, tecrubeyên xwe yên ku dibin îlham ji temaşevanan re pêşkêş kir. Gîsela Hohne ku bi Şanoya RambaZamba ya ku di sala 1991’ê de li Berlînê ava kiriye, yek ji mînakên xurt ên şanoya vehewîn a cîhanê pêşkêş dike, bal kişand ser hêza hunerê ya guhertinê.
 
Gîsela Hohne diyar kir ku piştî jidayikbûna kurê xwe Moritz ê bi sendroma Down, beriya ku Dîwarê Berlînê hilweşe jiyana wê hatiye guhertin. Höhnê da zanîn ku demekê ji hilberînê dûr ketiye, lê bi dîtina potansiyela zarokên astengdar a li ser dikê, careke din berê xwe daye şanoyê.
 
Gîsela destnîşan kir ku di şanoya ku wê avakirî de cudahî ne wekî “kêmasiyekê”, lê wekî hêzeke hunerî têne girtin û got ku ew bi repertuarek berfireh a ku ji metnên klasîk heta hilberînên hemdem dirêj dibe, dixebitin. Gîsela Hohnê anî ziman ku li şûna metnên sabît, wan rêbazeke ku kesayetiya lîstikvanan û improvisasyonê (afirandina kêlîkî) dike navend, pejirandine û şanoyê wekî amûrekî xurt ji bo wekheviya civakî û xuyanîbûnê bi kar tînin.
 
Bêyî nêrîna azad a jinan, şano naguhere
 
Mêvana din a festîvalê derhênera Swîsrî Anina Jendreyko bû. Di sohbetê de ku Rugeş Kirici moderatoriya wê dikir, Anîna Jendreyko tecrubeyên xwe bi sernavê “Ji bo ku di Şanoyê de Îqtidar û Şîdet Neyê Hilberandin, Pêwîstiya me bi Nêrîna Azad a Jinan heye” parve kir.
 
Anîna Jendreyko bi vegotina çîroka xwe ya şanoyê, destnîşan kir ku tecrubeyeke ku di dawiya salên 1980’an de di şanoyên dewletê de jiyaye, bûye xala şikestinê. Hunermend anî ziman ku dema di lîstikekê de ji bo zêdekirina hejmara temaşevanan jê hatiye xwestin ku bi tazî derkeve ser dikê, şano berdaye û piştî navberekê dirêj di qadên cuda de xebitiye.
 
Anîna Jendreyko da zanîn ku di destpêka salên 1990’an de hatiye Amedê û di xebatên mafên mirovan de cih girtiye û di sala 1993’an de bi Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) re derfet dît ku çanda kurdî ji nêz ve nas bike. Piştî vegera xwe ya Almanyayê jî, bi hunermendên ji çand û jêhatîbûnên cuda re, hilberînên şanoya kolektîf pêş xistiye.
 
'Jinên Qehreman' li ser dikê
 
Anîna Jendreyko diyar kir ku li hemberî rewşa bêhêviyê ya piştî Şerê Ukraynayê, wan projeya “Jinên Qehreman” xistiye meriyetê û bi jinên ji çandên cuda re, wan fîgurên ku mohra xwe li dîrokê xistine, anîne ser dikê.
 
Sohbet, bi beşa pirs-bersivê ya ku eleqeyeke mezin ji aliyê temaşevanan ve dît, bi dawî bû.