Jinên Rojhilat di bin sîwaneya platforma ‘Jîna’ de hatin gel hev
- 18:23 30 Nîsan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê-JÎNA, ku ji 5 rêxistinênjinan ên li Rojhilatê Kurdistanê pêk tê, avabûna xwe ragihand.
Kar û çalakî ji bo yekîtiya hêz û rêxistinên Kurdan li RojhilatêKurdistanê her ku diçe zêdetir dibin. Di çarçoveya vanhewldanan de, pênc rêxistinên jinan ên li Rojhilatê Kurdistanêku ev in: Rêxistina Azadiya Jinên Kurdistanê (NÎNA), AsoyaJinên Kurd - Rêxistina Jinên Komele, Rêxistina Jinên XebataKurdistana Îranê, Yekîtiya Jinên Demokrat ên KurdistanaÎranê û Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR); bitêgihîştina pêwîstiya yekîtî û hevkariyê, "Platforma JinênRojhilatê Kurdistanê-JÎNA" wekî sîwaneke sivîl-neteweyî û parêzvana rûmet, azadî, wekhevî û mafên jinan ava kirin.
Daxuyaniya damezrandin û îlankirina Platformê:
Ji bo azadî, wekhevî û mafên rewa yên jinan Ji bo hemûjinên azadîxwaz ên Kurdistanê Ji bo têkoşerên riya azadîû wekheviyê
Têkoşîna gelê Kurd a ji bo rizgariyê di sed salên borî de bênavber û berdewam bûye. Rola jinan di vê têkoşînê de îspatkiriye ku azadiya welat bêyî azadiya jinan nayê bidestxistin. Jinên Kurd tenê di çarçoveya welatê xwe de, dûrî dagirkeriyazihniyeta baviksalar û serdest û nirxên ferzkirî, dikarin mafênxwe yên rewa bi dest bixin û di heman demê de bibin parêzvanên rastîn ên maf û azadiyên xwe.
Di seranserê dîrokê de, jinên Kurd ne tenê beşek ji nasname û têkoşîna neteweyî, lê di heman demê de ruhê serhildanê bixwebûne; wan pêşengî û giraniya wê têkoşînê girtine ser milêxwe. Di serdema nûjen de, lûtkeya pêşengiya jinan diserhildana "Jin, Jiyan, Azadî" (Jîna) de dest pê kir, ku tevahiyaRojhilatê Kurdistanê û tevahiya erdnîgariya Îranê girt navxwe. Wê qonaxê wêneya "jin wekî qurbanî" veguherand "jinwekî tevgereke guhertinê". Jin ne tenê wekî daxwazkar, lê diheman demê de wekî rêber û şekildêrên nexşeya pêşerojêderketine holê; ev yek jî bûye sedem ku cîhan bi mêzekirinekesiyasî ya kûrtir li wesfa jinan a ji bo rêveberiya di krîzênmezin de binêre.
Jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê qurbaniyên dualîteya zilmêne. Ji aliyekî ve, wekî Kurdek ji mafên xwe yên neteweyîbêpar in, û ji aliyê din ve wekî jinek di bin qanûnên paşverû de bi zilm û zorê re rû bi rû ne.
Em pênc rêxistinên jinan ên li Rojhilatê Kurdistanê: RêxistinaAzadiya Jinên Kurdistanê (NÎNA), Asoya Jinên Kurd - Rêxistina Jinên Komele, Rêxistina Jinên Xebata KurdistanaÎranê, Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê û CivakaJinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR); piştî çend mehanji civînên rû bi rû û onlîne, me pêwîstiya avakirina "Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê - JÎNA" bi têgihîştina pêwîstiyayekîtî û hevkariyê, wekî sîwaneke sivîl-neteweyî û parêzvaneke rastîn a rûmet, azadî, wekhevî û mafên jinan dît.
Ev platform peywendiya di navbera têkoşîna neteweyî û têkoşîna mafên jinan de xurt dike û li dijî vê zilma dîrokî ya liser "jinên Kurd" têkoşînê dide. Armancên sereke yênPlatforma JÎNA ew e ku îradeya neteweyî ya jinan bikin yek û cihê jinan di civakê de xurt bikin, li dijî dagirkeran û zordariyasîstematîk a li ser jinan xebat bikin û têkoşîna sivîl-siyasî ya jinan dewlemend bikin.
Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê - JÎNA bang li hemûjinên Rojhilatê Kurdistanê dike ku ligel israrkirin û parastinamafên xwe yên rewa, li dora vê platformê bicivin. Dem hatiyeku jinên welêt cudahiyên xwe bidin aliyekî û bi yek deng û yek îradeyê ji bo rûmeta neteweyî û mafên xwe bisekinin.
30ê Nîsana 2026an
Armanc û sedemên avakirina vê platformê:
"Di sed salên borî de, heta şoreşa Jin, Jiyan, Azadî (Jîna), rolajinan di tevgera ber bi demokrasî û azadiyê de di civakên Îranû Rojhilatê Kurdistanê de pir girîng û bibandor derketiye holê. Jinan bi hêz û şiyana xwe nîşan dane ku hemdem ligeltêkoşîna ji bo mafên xwe, dikarin roleke pêşeng diçareserkirina gelek pirsgirêkên siyasî, neteweyî, civakî, aborîû parastina jîngehê de bilîzin.
Jinên li Rojhilatê Kurdistanê îspat kirine ku ew ê li hember her cure êrîşeke baviksalar bisekinin û xwedî dîrokeke têkoşînê ya li dijî hikûmeta baviksalar a Îranê ne. Ji aliyê din ve, ew bihişmendiyeke neteweyî û berpirsiyariyeke di asta bilind de liser pirsgirêkên jinan li beşên din ên Kurdistanê kar dikin. Beşdarbûna jinan di şerê li dijî DAIŞê de mînakeke eşkere ya destkeftî û ezmûnên bi nirx ên vê têkoşînê ye.
Li Rojhilatê Kurdistanê çend rêxistinên jinan ên xwedî ezmûnû nasnameyên dîrokî hene ku berpirsiyariya pirsgirêka jinênKurd girtine ser milê xwe. Her yek ji van rêxistinan diparastina mijarên têkildarî jinan li Kurdistanê de roleke girîngdilîze. Hewldanên wan ji bo nîşandan û teysandina neheqî û zordariya li ser jinên Kurd di civakê de û di bin rejîma siyasî ya dijî jinan de, ji bo hişyarkirin û çareserkirina vê zordariyêye.
Ji aliyê din ve, têkoşîna berfireh a jinan di warên cuda de îspatkiriye ku pirsgirêka jinan mijareke berfirehtir e ji çarçoveyapartiyan; ji ber vê yekê pêdivî bi avakirina avahiyeke jortir jipartiyan ji bo Rojhilatê Kurdistanê heye. Avahiyeke kuçalakvanên jin ên ji partiyên siyasî, nûnerên civaka sivîl û her weha çalakvanên jin ên di warên cuda de di nav xwe de bihewîne. Li ser wî esasî, "Platforma Jinên RojhilatêKurdistanê - JÎNA" bi berçavgirtina pêdiviya kar û çalakiyênmezintir û yekîtiya dengên jinên Kurd hate damezrandin.
Armancên platformê
Di danezanê de armanc wiha hatin rêzkirin:
"*Yekirina hêzê: Platform ji bo yekkirina hêzên fikrî û têkoşîna jinan hate damezrandin. Erkê xwe dibîne ku lidijî her cudakariya nijadî, neteweyî, çandî û çînî ya li dijîjinên Kurdistanê şer bike. Têkoşîna mafên jinan bitêkoşîna rizgariya neteweyî ve girêdide.
*Beşdariya biryardar: Misogerkirina beşdariya bi bandora jinan di mijarên diyarker de û di asta rêveberî û biryardanê ya partiyên siyasî de.
*Pêşkêşkirina daxwazan: Daxwazên jinên RojhilatêKurdistanê bi awayekî plankirî pêşkêşî aliyênpeywendîdar û partiyên opozîsyona dijî Komara Îslamîdike.
*Hevgirtina bi jinên din re: Ji bo hevgirtin û xebatahevbeş bi jinên pêşverû yên Îranî û hemû neteweyên din ên li Îranê re hewl dide.
*Têkoşîna li dijî paşverûtiyê: Li dijî her qanûn û şêwazênpaşverû yên ku piştgirî didin neheqî, bindestî û cudakariya zayendî radiweste.
*Helwesta hevbeş: Girtina helwestên hevbeş di mijarên kupêdivî bi dengê yekbûyî yê jinan heye (bi taybetî ji bobeşên din ên Kurdistanê û navendên navneteweyî).
*Aştî û Demokrasî: Platform weke erka xwe dibîne ku jibo yekîtî û hevgirtina jinan di riya aştî û demokrasiyê de bixebite."








