ÇHD: Li Stenbolê 350 kes hatin binçavkirin
- 15:35 1 Gulan 2026
- Rojane
STENBOL - ÇHD'ê daxuyand ku 350 kesên ku bi munasebeta 1’ê Gulanê dixwestin biçin Qada Taksîmê hatine binçavkirin.
Qada Taksîmê ya Stenbolê îsal beriya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bi biryara walî hate qedexekirin. Rexmê biryarê kesên ku xwestin biçin qadê, rastî tundiya polîsan hatin û hatin binçavkirin. Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Stenbolê li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyand ku 350 kesên ku dixwestin biçin Mecîdiyekoy û Beşîktaşê hatine binçavkirin.
Gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên ked û ciwanan ku ji bo pîrozbahiya 1’ê Gulanê xwestin biçin Qada Taksîmê li Mecîdiyekoy û Beşîktaşê kom bûn ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Girse piştî daxuyaniya Serokê Enerjî-Sen a girêdayî DÎSK’ê Suleyman Keskîn dirûşm berz kir û çalakiya xwe bi dawî kir.
Piştî daxuyaniyê 15 endamên Yekitiya Ciwanên Şoreşger (DGB) ku xwestin çalakiya xwe berdewam bikin, hatin binçavkirin. 20 endamên Malên Gel (HE) piştî dorpêçê hatin binçavkirin. Rojnamevan Yusuf Çelîk jî hate binçavkirin. Li Beşîktaşê jî 37 endamên Partiya Rizgariya Gel (HKP) ku xwestin ji Beşîktaş biçin Qada Taksîmê hatin binçavkirin.








