TJA çû serdana jinên li ser erdan dixebitin

  • 18:40 1 Gulan 2026
  • Rojane
RIHA – TJA bi wesîleya 1’ê Gulanê çû serdana karkerên jin yên li ser erdan dixebitin.
 
Tevgera Jinên Azad(TJA) bi wesîleya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê li gundê Gulîncî ya Curnê Reş a Rihayê çû serdana jinên karker yên li ser erdan dixebitin. Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan, aktîvîstên TJA’yê di serdanê de cih girtin. Pirsgirêkên jinan hatin guhdarkirin û heyeta ku pirsgirêkên karkeran guhdarkirin diyar kirin ku keda jinan nayê dîtin.
 
Hevdîtina bi dirûşmeya ‘bijî yek gulan’ bidawî bû.