Dengê berxwedanê: Hozan Mizgîn
- 09:03 10 Gulan 2026
- Portre
WAN - Dayikên Aştiyê wiha bal kişandin ser têkoşîna hunermenda Kurd Hozan Mizgîn: “Jinek ewqas bedew bû ez heyran dimam. Ji bo min bû çavkaniya berxwedanê. Piştgiriya wê ji bo jinên Tetwanê mezin bû. Bi qasî wê dengê wê jî bedew bû.”
Hunermenda Kurd Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) 34 sal berê jiyana xwe ji dest da. Hozan Mizgîn Hozan Mizgîn ku huner bi kesayeta xwe ya şoregerî re kir yek û bû pêşenga hunermendên jin di 1962’yan de li gundê Bileyder a Êlihê hat dinê. Mizgîn ku bi deng û hunera xwe di temenê biçûk de hat ferqkirin, li dijî zîhniyeta feodal û polîtîkayên hikûmetê yên li hember kurdan bêdeng nema.
Mizgîn demekê beriya darbeya 12’yê îlona 1980’ê tevlî têkoşîna azadiyê bûbû û di têkoşînê de aktîf cih girt û di qada hunerê de pêşengiya xebatan kirin. Hozan Mizgîn ji bo ku qada hunerê bi rêxistin bike di 1983’yan de dişînin Ewropayê û di avakirina Huner-Kom û Yekîtiya Jinên Welatparêz ên Kurdistanê-YJWK de cih digire. Hozan Mizgîn bi sekn û nasnameya xwe ya şoreşger ji bo jinan dibe hêvî û jin bi saya wê li dijî zextan serî hildidin tevlî têkoşîna azadiyê dibin. Demek dirêj li Ewropayê xebatan dimeşîne û piştre berê xwe dide Kurdistanê. Mizgîn li Tetwanê ya Bedlîsê di xebatan de jî cih digire. Ji bo xwe bigihîne jinan, çarşefa reş li xwe dike û li taxan tevlî civînan dibe.
Hozan Mizgîn bi stranên xwe yên Çemê Hezîl, Gundîno Hawar, Lo Hevalno û Newroz ji ser zimanê gel neket û her çiqas kasetên wê bên qedexekirin jî kesayet û têkoşîna wê tu car nehat jibîrkirin. Di 11’ê Gulana 1992’yan de li Tetwanê bi ser mala ku lê dima de hat girtin. Di serdegirtinê de dixwazin Mizgîn teslîm bibe lê ew li berxwe dide û di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dide. Piştî Mizgînê jiyana xwe ji dest da, zêdetir hat guhdarkirin û mîrateya wê ya ku hişt di nav gel de dijî.
Dayikên Aştiyê Emîne Dîkmen û Azîze Coşkun ku mîrateya Hozan Mizgîn ji wan deman heta îro anîne, der barê salên têkoşînê ya Hozan Mizgîn a li Tetwanê de axivîn.
‘Şehîd Mizgîn bi tena serê xwe şêr bû’
Azîze Coşkun got Hozan Mizgîn li Tetwanê têkoşînek mezin meşandiye û got: “Mizgîn jinek bedew û narîn bû. Cil û bergên gerîla li xwe kir. Demekê li mala me ma. Piştre şehîd ket. Mizgin jinek jîr bû. Dema li cem me bû dayika wê hat ew dît. Dayika wê digiriya. Mizgînê ji dayika xwe re digot ‘ez bi tena serê xwe şêr im’. Em bi hev re diçûn taxan. Min jinek wek wê nedît. Beriya şehîd bikeve çû pewyirê. Piştre hat. Leşkeran dora mala ku lê dima girt. Mizgînê xwediyê malê re got netirsin. Derî venekin. Mizgîn çû serşoyê alavê xwe şewitand û piştre xwe îmha kir.”
‘Mizgîn keça Tetwanê bû’
Azîze Coşkun wiha anî ziman: “Mizgîn bi tena serê xwe rêxistibûnek mezin bû. Di têkoşînê de tiştên pir mezin fêrî me kir. Ji dayika xwe re digot ‘dayê ev rêya min e heta dawî diçim’. Mizgîn keça Tetwanê bû. Em xwedî lê derketin. Me got tu keça me ye. Lê ew firiya û çû, şehîd ket. Mizgînê stran digot. Bi qasî xwe dengê wê jî bedew bû. Dema dihat her kesî digot ‘heval Mizgîn’ hatiye. Her kes diçû cem wê û stranên wê gudhar dikirin. Piştî Mizgîn şehîd ket nehitişn em derkevin derve. Her der qedexekirin. Gelek kes binçav kirin. Îşkence li me kirin.”
‘Hozan Mizgîn bû mînak’
Emîne Dîkmen ya ku Hozan Mizgîn di temenê ciwantiyê de nas dikir da zanîn ku Hozan Mizgîn jinek dînamîk, jîr û biryar bûye û wiha pê de çû: “Hozan Mizgîn bandorek mezin li ser me kir. Min ew nas dikir. Jinek bi nirx û têkoşer bû. Ji têkoşîna xwe tawîz nedida. Jinek bedew bû. Çavkaniya îlhamê bû. Hozan Mizgin jinek rast û dûrist bû. Mînak bû. Li ser me şopên kûr hişt. Hozan Mizgîn beriya biçe çenteyek diyariyê min kir. Heta mirinê ez ê wê diyariya wê veşêrim. Mizgin wê biçûna cihekî. Çeteyê wê biçûk bû. Min çenteyekê mezin dayê wê jî got em ê biguherin. Dengê wê pir xweş bû. Hem şervan bû hem dengbêj bû.”







