‘Divê Birêz Ocalan wek kordînatorê siyasî tevli pêvajoyê bibe’
- 09:05 10 Gulan 2026
- Rojane
ENQERE- Siyastmedar Nursel Aydogan der barê pêvajoyê de axivî û got: “Wek kordînatorê siyasî tevlibûna Birêz Ocalan a pêvajoyê girîng e. Ji xwe Birêz Ocalan aktorê sereke yê pêvajoyê ye, divê wek kordînatorê siyasî tevli pêvajoyê bibe. Divê dewlet cidiyeta xwe dayayne holê.”
Di demên dawî de ji ber desthilatdarî gavên hiqûqî û siyasî navêje pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" rawestiya, lê bi serê meha Gulanê re ji nû ve tevgerek hat. PKK’ê di daxuyaniya ku di salvegera fehskirina xwe de da da zanîn ku berovajî gotina "pêvajo pêş dikeve", pêvajo xitimye û got divê ev xitimandin bê çareserkirin.
Siyasetmedar Nursel Aydogan der barê mijarê de, pratîka desthilatdariyê de axivî.
Nursel Aydogan, got biryara feshkirina PKK’ê di dîroka têkoşîna azadiya Kurd de rojek girîng e û got: “Daxuyaniya ji tevgera Apoyî hat girîng bû. Daxwaza ku ji Îmraliyê peyam bê jî hebû. Tevgerê daxuyanî da. Geşedanên salekê hatibûn nirxandin. Ev girîng bû. Hatibû diyarkirin ku divê statuya ji bo Birêz Ocalan serbest be û ji bo tevlibûna grîla a jiyana civakî û siyasî, siyaseta demokratîk, sererastkirinên qanûnî bên kirinê bû.”
‘Ya li ser tê sekinandin statû ye’
Nusel Aydogan, wiha dirêjî dayê: “Ne rast e ku em bêjin AKP-MHP’ê tiştek nekiriye. Li gorî min cara yekemîn e çareseriya pirsgirêka Kurd li meclîsê ketiye dewrê. Meclîs îradeya gel e. Nûnerên partiyên siyasî yên meclîsê çûn Îmraliyê. Ji bo çareseriyê hevdîtinek pêk hatiye. Li gorî min ev di dîroka komara Tirkiyeyê de ya ewil e. Bêguman kêmasî hene. Hinek partî tevli nebûn. Ev kêmasiyek mezin e. Em dizanin ku tevlibûna hemû aliyan ne pêkan e. Lê tevlibûna CHP’ê girîng e. Lê wan jî xwerexnedayîna xwe dan. Ji ber vê jî gavek girîng e. komîsyonê raporek amade kir. Lê hîna ji bo statuya Birêz Ocalan, sererastkirinên qanûnî tiştek nehatiye kirin.”
‘Bersiveke ku gelê Kurd li bendê bû’
Nursel Aydogan, balkişand ser gotinên Devlet Bahçelî yên piştî daxuyaniya Tevgera Apoyî û got: “Ev daxuyanî kêm be jî hinek dilê me rehet kir.Ji ber ku gelê Kurd di bendewariyek mezin de ye. Divê zimanê tê bikaranîn bê guhertin, divê dest ji gotina ‘Tirkiyeya bê teror’ berdin. Birêz Ocalan wen nûnerê gelê Kurd li Îmraliyê der barê çareseriyê de li ser maseyê ye. Gotinên Bahçelî jî bersivek ji bo gelê Kurd e. Bêguman der barê statuyê de daxwazên me hene. Daxwazeke birêz Ocalan jî hebû; di daxuyaniya dawî de jî got bêyî statu hevdîtin nikarin bidomin.”
Nursel Aydogan, wiha berdewam kir: “ Devlat Bahçelî ji bo statuyê pêşniyara ‘kordînatoriya aştî û siyasî’ kir. Bahçelî got ew ji pêşniyaran re vekirîne. Li gorî min ev pêşniyar li Îmraliyê hatiye nîqaşkirin û bi destê Bahçelî bi rayagiştî re hatiye parvekirin. Bê guman wê Birêz Ocalan jî daxuyaniyê bide. Wek kordînatorê siyasî tevlibûna Birêz Ocalan a pêvajoyê girîng e. Ji xwe Birêz Ocalan aktorê sereke yê pêvajoyê ye, divê wek kordînatorê siyasî tevli pêvajoyê bibe. Divê dewlet cidiyeta xwe dayne holê.”







